Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, anî ziman ku kuştina jinê bêyî ku bi rengekî berfireh bê lêkolînkirin, weke ‘xwekuştinê’ tê qeydkirin û rê li ber gumanan vedikin.
Gulcan Kaçmaz diyar kir ku li Wanê pirsgirêkên jinan roj bi roj zêde dibin û got;
Bi taybetî jin si salên dawî de weke qeza û xwekuştinê hatin ragihandin.
Tundiya li dijî jinê bi rengê binpêkirina mafên mirovan li her qada jiyanê dewam dike.
Di atmosfereke siyasî de ku newekheviya zayendî kûr bûye û hewl tê dayin serweriya mêr bê xurtkirin, ev yek hîn bi şênberî tê dîtin.
Rewşa zayendîperest a civakî dûrî edaletê ye.
Bi kuştina jinan çanda jiyanê ji holê hatiye rakirin.
Mixabin dewlet û detshilatdarî vê polîtîkayê, bi bêcezahiştinê xwedî dikin.
Desthilatdairyê Peymana Stenbolê betal kir. lewma tundiya li ser jinê û kuştina jinê ji bûyereke edlî wêdetir, bûye mijareke ku bi têgihiştina polîtîk tê kirin.