Daxuyaniya Navenda Ragihandinê Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn wiha ye:

Ji bo ewlehiya gel û herêmên me, hêzên me di rojên derbasbûyî de ji bo lêgerîna kesên ku di gelek dozan de tên xwestin û radestkirina wan bo edaletê hemleyek da destpêkirin.

Ev hemle li van bajarokan El Hesan, El-Cî’a û El Cenîne pêk hat.

Di lêgerîna hêzên me de, hêzên me cihê 10 kesên ku dihatin xwestin tespît kirin û operasyonek berfireh li ser veşartgehên wan pêk anîn û ew girtin.

Ev tişt jî li gel wan hatin dîtin û hatin desteserkirin:

37 Hebên hişbir ,29 gram heşîşa hişbir,34 gram kokaîn, damanceyek 10 û nîv, 10 cercûrên klaşînkovê, Klaşnîkovek û 150 fîşeken klaşînkovê,

178 fîşeken BKC, 3 rextên leşkerî û gelek malzeme hatine desteserkirin.