Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 9 mehin li Girtîgeha Tîpa E a Amedê tê girtin, diyar kir ku dema berdana Parlameterê CHP’ê Enîz Berberoglu watedare û got: “Tu heviyên me ji AKP û daraza wê tuneye.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a di 22’yê Çileya 2018’an de li Amedê hat binçavkirin û di 31’ê Çileyê de hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ji bo parlamenteriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê hat hilbijartin. Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê, piştî Guven hat hilbijartin di 26 Hezîranê de, di danişîna hat dîtin de biryara berdanê wê da. Lê ji ber ku dozger biryara berdana îtîraz kir, Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Amedê biryar da ku girtina Guven berdewam bike.

Piştî berdana Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglu, parêzerên Guven ji bo bê berdan di 21’ê Îlonê de, serî li Dadgeha Bilind dan. Lê Dadgeha Bilind ji bo serlêdana berdana Guven heya niha tu bersiv nedaye. Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 9 mehin li Girtîgeha Tîpa E a Amedê tê girtin, pêşketinên li Tirkiye û Rojhilata Navîn tên jiyîn, biryarên daraz ji bo siyasetmedarên Kurd didin, neberdanan xwe û tecrîta girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin.

POLÎTÎKAYÊN KUJER ÊN SEDSALA 21’EMÎN ÊN DESTHILATDARAN

Guven, diyar kir ku pêşketinên li Rojhilata Navîn bi awayekê bi lez û surat berdewam dikin û wiha got: “Hêzên hegemonîk ên navneteweyî, hewl didin herêmê dizayn bikin. Lê ji ber hewldanên berjewendiyê, ev wisan pir hêsan xuya nake. Welatiyên dinava van hewldanên berjewendîperest de cih digirin, li aliyekê çekên xwe bazar dikin û li aliyê din jî hewl didin îhaleya sererastkirina bajarên dîrokê yên wêrankirin, ji bo xwe bigirin. Tişta ku dikin polîtîkayên ‘bi gur re radizin û bi berxirê jî digirine.’ Hêzên hegemonîk ên navneteweyî bi vê polîtîkayê dixwazin şerê li welatên Rojhilata Navîn kûrtir bikin û rêya mirinê nîşanî gelên necarin welatên xwe terk bikin, didin. Van gelan dibin navê koçberiyê de digirin û mûamelya kotî li wan dikin. Ligel vê jî dikarin bêjin ‘Teqez bila neyên welatê min, ezê evqas fon û pereyan bidim.’ Ev yek ji polîtîkayên kujer ên sedsala 21’emîn ên desthilatdaran e.”

‘KIRÎNÊN LI DIJÎ CENAZE Û GORISTANAN MÎNAKÊN ŞÊNBERIN’

Guven, anî ziman ku Tirkiye di qada Rojhilata Navînde tenê ji bo tiştekê têdikoşe û wiha bilêv kir: “Ji bo ku Kurdên li herêmê dijîn, bi tu awayî nebin xwedî maf, hiqûq û stasu, dikare li dijî hewldanek herî biçûk a ji bo Kurdan jî weke dewlet tawîzên cîdî bide. Di vî warî de ji bo bi ser bikevin hemû rê û rêbazan diceribînin. Ev polîtîkayeke Komara Tirkiyeyê ye. Desthilatdariya AKP’ê jî bi hemû leza xwe vê polîtîkayê bi rêve dibe. Komara Tirkiyeyê kirînên di 80’î salan de kirin, desthilatdariya AKP’ê di 16 salan de kirin. Pêkanînên berê yên xwedî nasnameyên netewperest û Kemalîst, îro desthilatdara faşîst a AKP û MHP’ê bi nasnameya netewperest û dindar pêk tîne. Kirînên li dijî cenazeyan û goristanan mînakên şênber ên van pêkanînane.”

‘TRAJEDIYÊN HÎN MEZINTIR HENE’

Guven, di dewama nirxandina xwe de wiha got: “Tecrîta girankirî ya li ser Birêz Ocalan 19 salin bê navber berdewam dike. Li tu welatên cîhanê, tecrîtek wiha giran tuneye. Di şexsê Birêz Ocalan de civakê tecrît dikin. Ev pêkanîna li dijî Birêz Ocalan ne hiqûqiye. Ev rastiya girtîgehên li Tirkiyeyê û rewşa girtiyên nexweş datîne holê. Ligel van hemû trajediyan, girtina wekîlekê HDP’ê jî, ne ewqas girînge. Gelo dibe ku fikarekê wê hebe?

‘BIZANEBÛN HAT BERDAN’

Guven, da zanîn ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de, weke du kesên girtî ji bo parlamenteriyê hatin hilbijartin û wiha rêz kir: “Enîs Berberoglu ji xwe ji ber wekîltiyê hatibû girtin. Partiyê cardin wî weke namzet nîşan da. Meclîsa Jinan a HDP’ê jî ez weke namzet diyar kiribûm. Em her du jî hatin hilbijartin. Min berê jî gotibû, ‘Dê Berberoglu bê berdan û ezê girtî bimînim.’ Ji ber vê berdana Berberoglu min şaşwaz nekir. Heta berdanek dereng mayî ye. Ji ber ku li Tirkiyeyê ji bo girtiyên siyasî ewil biryar tên dayîn û dûre delîl tên komkirin. Dema berdnan wekîlê CHP’ê pir manîdare. Bi vê berdanê gelek tişt hatine armanckirin. Ji ber ku dê vê berdana weke şûrê Demoklesê li ser serê CHP’ê bihejînin. A yekemîn dixwazin balafira xelatê ya Qatar ji rojeva CHP’ê derbixin. A duyemîn dixwazin ji CHP’ê re bêjin ‘Mêze bikin welîka HDP’ê girtiye û wekîlê we berdayiye’ û ya sêyemîn jî ‘Di hilbijartina herêmî de ji tifaqa HDP’ê dûr bisekinin’ bêje. Bi kurtasî ger CHP hinekê jî bêhna AKP’ê teng bike, dê biryarê di Meclîsê de bide xwendin û wekîltiyê betal bike. Berberoglu dê cardin bikeve girtîgehê. Yanî Berberoglu bi zanebûn hatiye berdan.”

‘TU XWÎŞK Û BIRATIYA AKP’Ê TUNEYE’

Gevan bal kişand ser rewşa xwe û wiha pê de çû: “Ger ez ji bo Serokkomartiyê jî bihatam hilbijartin, ezê disan bihatam girtin. Sedema wê pir zelale. Ez siyasetmedarek Kurd ê ji bingeha siyaseta demokratîk têm. Ev jî besî her tiştî ye. Tu hêviyên me ji AKP û daraza wê tuneye. Ez di wê baweriyê deme ku tu hêviyekê Kurdekê bi tenê jî tuneye. Hûnê êrîşî hemû nirxên bi mîlyonan gel bikin, saziyên wan bigirin, bi dest darazê nehêlin siyasetmedarên wan kar bikin, bêyî ku bêjin pîr û kal, jin û zarok hemûyan bigirin, ligel vê yekê jî hûnê bêjin ‘Daraz serbixweye’ û kenê xwe bi aqlê civakê bikin. Hûnê girtiyên nexweş li girtîgehan terkî mirinê bikin û dûre bêjin ‘Em Kurd xwişk û birane.’ Ev biwêja xwişk û biratiyê derewek mezine. Tu xwişk û biratiya AKP tuneye. Di du salên dawî de, ez li hemû Kurdistanê geriyam. Min hemû Kurdên dîtin, destên xwe radikin hewa û nifiran dikin. Dibêjin ‘Ên ku ev zilm bi me kirin, Xwedî hezar belayan bîne serê wan.’”

‘BERÎ HER TIŞTÎ DIVÊ TECRÎTA LI SER BIRÊZ OCALAN BÊ RAKIRIN’

Guven di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek mijarên ji berdana min girîngtir hene. Heya ku tecrîta li ser Birêz Ocalan bi dawî nebe, pirsgirêkên civakî yên Tirkiyeyê nayên çareser kirin. Ji ber vê berî her tiştî divê tecrîta girankirî ya li ser birêz Ocalan bê rakirin.”