Tekîn Yoldaş bi wesîleya salvegera 8’emîn a damezrandina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) axivî.

Yoldaş got, “Weke Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan di 12’ê Adara 2016’an de me li Herêmên Parastinê yên Medyayê damezrandina xwe ragihandibû.

Damezrandina HBDH’ê her wiha ji aliyê milîsên me ve li Taxa Gazî ya Stenbolê hatibû ragihandin.

Ev tevger xwe dispêre koka xwe ya dîrokî û li ser esasê kevneşopiya têkoşîna Denîzan, Mahîran, Îbrahîman û yekbûna şoreşa li Tirkiye û Kurdistanê hatiye avakirin.

Ev 8 sal in saleke ku di warê têkoşîna Gelan a Şoreşa Yekbûyî de gelek berdêl hatine dayin.

Em armanc dikin ku sala 9’an a têkoşînê ji bo Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan bibe sala serketinê.

Bi vê wateyê de peywira me ya sereke ew e ku li hemû qadên ku em lê ne çalakiyên HBDH’ê zêde bikin, alaya HBDH’ê hildin û bi vê biryardariyê di têkoşîna Şoreşa Yekbûyî de israr bikin.

Tevgera me ya Şoreşger a Yekbûyî di dîroka xwe ya têkoşînê ya 8 salan de yekîtiyeke girîng avakiriye.

Di heman demê de hevrêtiyeke girîng bi dest xist.

Têkoşîna Ûlaş Bayraktaroglu, Ulaş Adali, Baran Serhed, Delal Amed, Nûbar Ozanyan û gelek hevrêyên din di têkoşîna hevpar de bûn yek.

Di vê wateyê de kevneşopiyeke hevpar a têkoşînê ya Şoreşa Yekbûyî û vîna Şoreşa Yekbûyî ava kir.

Li ser vê esasî soza me ji hevrêyên me yên nemir re ew e ku em ê xwedî li îdealên wan derkevin û ala Şoreşa Yekbûyî bi awayekî herî xurd di sala 9’an a têkoşînê de bilintir bikin, faşîzmê hilweşînin û azadiyê bi ser bixînin.

Em îro silavên xwe yên şoreşgerî ji gerîlayên xwe yên li çiyê şer dikin, ji şervanên me yên ku çalakiya milîsan li bajaran birêxistin dikin, ji hevrêyên me yên li zindanan li ber xwe didin û hemû hevrêyên xwe yên li her qadên têkoşînê berdêlên nû didin re dişînin.

Li dijî faşîzmê ez bang li gel û ciwanên me dikim ku tevlî têkoşîna Şoreşa Yekbûyî bibin, di nava refên HBDH’ê de xwe birêxistin bikin û hesap bixwazin.”