Li navçeya Baglarê jin ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Li taxa Kaynartepe ya navçeya Baglar a Amedê, komek ji jinan li hev civiya û ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Jinan bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê û banga xwedîderketina li grevên birçîbûnê kirin.

Jin li ber çepik û tilîliyan meşiyan û dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Amed ranezê, li zindanan xwedî derkeve” qîriyan.