Plana namzetê AKP’ê yê Wêranşarê Salih Ekîncî derket holê yê ku ji bo dengên HDP’ê werin betalkirin.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê di 31’ê Adarê de hilbijartina herêmî hate kirin lê ligel ku 10 roj ji ser wê derbas bûye, nîqaş hê jî didomin.Li navçe û bajarên ku AKP lê têk çûne, hê jî dek û dolab tên gerandin. Li Wêranşara Rihayê ya ku ji sala 1999’an û vir ve di destê kelepora HDP’ê û HDP’ê de ye, derket holê ku roja hilbijartinê sîrkulasyoneke leşkerî pêk hatiye.

ZEXTÊN LEŞKER Û POLÎSAN

Li gorî atmosfera beriya hilbijartinê bi çavekî teqez lê dihata nihêrîn ku wê namzetên HDP’ê Roza Yazmaci û Hidir Oktay bihatina hilbijartin. Roja hilbijartinê parlementerên Rihayê yên AKP’ê û namzetê Wêranşarê Salîh Ekîncî li navçeyê bi çekan geriya û zext li ser gel çêkir. Di dema hejmartinê de îtîrazên endamên HDP’ê ji aliyê leşker û polîsên AKP’ê hatine redkirin. Li hin dibistanan peywirdarên HDP’ê yên li ser sindoqan nexistine dibistanan.

Dema ku deng li Desteya Hilbijartinê ya navçeyê dihat hejmartin jî namzetê Wêranşarê yê AKP’ê Salîh Ekîncî li dijî HDP’ê peyam şand. Di peyamê de stratejiya wan derdikeve holê. Ekîncî peyam ji endamên desteya sindoqan ên partiyan û muşahîdan re şandiye. Di peyamê de ev tişt hatiye diyarkirin “Endamên sindoqan, li sindoqên ku HDP zêde deng stendiye, em ê 2 daxwaznameyan bidin. Yek ji bo hejmartina dengên me yên hatine betalkirin û ya duyemîn jî ji bo dengên HDP’ê yên hatine hejmartin bila werin betalkirin.”