HPG’ê ragihand ku balafirên şer ên Tirk deverên Zapê û Avaşîn bombe kirine. HPG’ê anî ziman ku di bomberdûmanê de ti ziyan negihiştiye hêzên wan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên hewayî yên artêşa Tirk daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“12’ê Nîsanê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne, li gorî vê;

Duh saet navbera 09:00-13:00’an Şikefta Birîndaran, Cîloyê Biçûk, devera Sanca ên girêdayî Zapê, saet 10:20-13:20’an jî devera Aris-Faris a girêdayî ava şîn hatin bombekirin.

Di encama bomberdûmana dijwar hate kirin de, ti ziyan negihişte hêzên me.

TI TÊKLIYA WAN BI WINDABÛNA HALÎL DÛMAN VE NÎNE

10’ê Hezîrana 2018’an li gundê Kaval a girêdayî Colemêrgê welatparêzekî me yê bi rûmet ê bi navê Halîl Dûman winda bûbû. Piştî vê bûyera ku sedem û bê ka çawa pêk hatiye, dijmin û hinek hevkarên wan agahiyên ku Halîl Dûman ji aliyê hêzên me ve hatiye windakirin û gotinên nerast û bê bingeh di nava gel de belav kiribûn.

Di encama hemû lêgerîn û lêkolînên ji aliyê me ve hate kirin de, ti têkiliya hêzên me bi vê bûyera windabûnê ve nîne. Têkildarî mijarê agahî parvekirin erkekî me ye, gelê me ji lîstikên şerê taybet ên dijmin bawer nake.”