Têkîliya rêber Apo bi temamî bi derve re hatiye qutkirin û 36 mehin jî bi tu awayî agahî jê nayê girtin.

Bêdengiya saziyên navnetewî li dijî tecrîdê dewam dike. Saziyên dewleta Tirk jî bêdeng in.

Herî dawî CPT jî çû Tirkiyeyê lê bêyî ku biçe Îmraliyê vegeriya.

Li hemberî vê bêdengiyê li zêdetirî 100 girtîgehan greva birçîbûnê dewam dike.

Serlêdanên parezeran jî bê navber dewam dike.

Îro jî Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina li gel Rêber Apo û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Heta niha ti bersiv ji serlêdanên hevdîtinê re nayên dayîn. Û piştî bi mehan ji parêzeran re dibêjin ku cezayê disîplînê hene.

Ji bo ku tecrîd werê şikestin, gelê Kurd û dostên xwe bi çalakiyên cihêreng li herderî cîhanê dinava tekoşinê de ne.