Li Başûrê Kurdistanê hijmartina dengan a hilbijartina 30’ê Îlonê didome, li hêla dî Partiya Nifşa Nû û Tevgera Goran ji niha ve gotin ew encaman red dikin. Dengdarên Herêma Kurdistanê ya Federe Yekşemê çû ser sendoqê. Di hilbijartinan de rêjeya kesên ku çûne ser sendoqê pir kêm bûn, encam hê nehatine ragihandin.
Tê gotin heta niha 86 ji 100’î yê dengan hatine jimartin. Li gorî encamên ne fermî PDK li pêş e, li pey YNK, Goran û Partiya Nifşa Nû tê.

Goran û Tevgera Nifşa Nû îtîraz li hilbijartinan kir. Nifşa Nû go ew ê neçin parlamentoyê.

Li gorî dengên ku hatin jimartin, encam wiha ne:

PDK: 563 hezar deng, 43 ji sedî
YNK: 267 hezar deng, 20.4 ji sedî
Tevgera Goran: 167 hezar deng, 12.8 ji 100’î
Tevgera Nifşa Nû: 116 hezar deng, 8.8 ji 100’î
Komeley Îslamî: 98 bin 500 oy, 7.5 ji 100’î
Tifaqa Eniya Islahê: 74 hezar deng, 5.6 ji 100’î
Serdem İttifakı 15 hezar deng, 1.1 ji 100’î

Tê payin ku Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind di nav 72 saetan de encaman ragihîne. Hê jimartina dengdan didome lê ji niha ve gelek partiyan îtîraz kirin. Guman jê tê birin ku hîle hatine kirin.

TEVGERA NIFŞA NÛ: EM NAÇIN PARLAMENTOYÊ
Piştî ku encamên hilbijartinê derxistin ser çapemeniyê, Serokê Tevgera Nifşa Nû Şaswar Evdilwehît got bi enamên berdest ên hilbijartinê ew ê neçin parlamentoyê.
Evdilwehît got, ‘’Di hilbijartinê de nelirêtî hatin kirin. Di vê rewşê de em ê tevlî rûniştinên Parlamentoya Kurdistanê nebin.’’

GORAN: EM ENCAMAN QEEBÛL NAKIN
Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hecî jî got gava pêşî ku ew ê bavêjin ew e ku ew ê encamên hilbijartinê qebûl nekin.
Hecî got di nêz de partiya wan wê daxuyaniyeke fermî bide.