Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryara dawî ya DMME’yê ya der barê Ocalan de û tecrîdkirina wî de axivî û got: “Çi dikin bila bikin, carekê gelên Rojhilata Navîn û rêberê xwe bûne yekpare. Çawa 9’ê Cotmehê û komployên navnetewî hatin pûçkirin, dê polîtîkayên tecrîdkirinê jî bên pûçkirin.”

CÎHANÊ DERIYÊN XWE GIRTIN
Mehmet Ocalan bi bîr xist ku piştî Rêber Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin cîhanê hemû deriyên xwe girtin. Ocalan vê yekê wekî lekeya welatên Ewropayê û hemû cîhanê nirxand. Ocalan bilêv kir ku welatên Ewropayê ku sed sal berê dijminatiya hev dikirin ji bo kurd bên esîrkirin tevkariya hev kirin û bi komploya 9’ê Cotmehê ev tevkarî careke din dubare bû. Ocalan, anî ziman ku bi vê komployê xwestin di şexsê Ocalan de têkoşîna azadiyê ya gelê kurd biqedînin û gelekî bi temamî tune bikin.

‘DI DÎROKÊ DE MÎNAKEKE BI VÎ RENGÎ TUNE YE’
Mehmet Ocalan, bi bîr xist ku DYA û Ewropa ji bo Ocalan ji Sûriyeyê bê derxistin bazariyeke qirêj kirine û welatên Ewropayê ên soz dabûn wî, bi mehan ew eware kirin. Ocalan diyar kir ku li cîhanê mînakeke bi vî rengî tune ye û tu rêber bi muameleyek wisa re rûberû nemaye. Mehmet Ocalan got: “Ewropayê qanûnên xwe bin pê kirin û îmze danî bin komployeke wiha.”

‘FERQA WAN Û TIRKIYEYÊ JI HEV TUNE YE’
Mehmet Ocalan bal kişand ser şert û mercên dema Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin jî û got: “Di salên 90’î de li hemû cîhanê qewmînên cidî rû didan. Ji gelek deverên cîhanê ber bi Ewropayê koçberî çêdibûn. Ewropaya ku îdia dike wê hemêza xwe ji herkesî re vekiriye, lê cih neda Rêberê Gelê Kurd. Ev ji bo Ewropayê cihê şermeke mezin e. Me ev yek qebûl nekir û em ê nekin jî. Ewropaya ku pesnê xwe dide û dibêje ez dergûşa demokrasiyê me, lê bi helwesta xwe ya ji bo gelê kurd û rêberê wê derket holê ku tu ferqa wê û Tirkiyeyê ji hev tune ye.”

‘BIRYARÊN DMME’YÊ BERDEWAMA KOMPLOYÊ NE’
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo serlêdana 2008’an ku der barê îşkence û muameleya li hemberî Ocalan de hat kirin de biryar dabû û gotibû “delîl kêm in.” Mehmet Ocalan bal kişand ser vê biryarê jî û got: “DMME bi vê biryarê nîşan da ku hîn jî komplo didome. Her wiha ev biryara DMME’yê li cîhanê asta hiqûqê nîşan dide. Hiqûqa DMME û CPT’yê li Îmraliyê pêk nayê. Biryara DMME’yê ne hiqûqî ye, siyasî ye. 3 sal in hevdîtin pêk nayên. Çima DMME naxwaze vê yekê bibîne?”

‘DÊ WEKÎ KOMPLOYÊ POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ JÎ BÊ PÛÇKIRIN’
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku Ocalan bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin û got: “Kesekî ku bi milyonan kes wî wekî îradeya xwe dibînin bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Ev polîtîka berdewama komploya 9’ê Cotmehê ye. Çi dikin bila bikin, carekê gelên Rojhilata Navîn û rêberê xwe bûne yekpare. Çawa 9’ê Cotmehê û komployên navnetewî hatin pûçkirin, dê polîtîkayên tecrîdkirinê jî bên pûçkirin.”

‘DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ LI HEMBERÎ TECRÎDÊ HELWESTA XWE NÎŞAN BIDIN’
Mehmet Ocalan, anî ziman ku zêdetirî 3 sal in agahî ji Rêber Ocalan nayên girtin û ev yek rê li ber endîşeyan vedike. Ocalan, ji bo vê yekê bang li gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn, hêzên çepgir, sosyalîst û demokrasiyê û saziyên navnetewî kir û got: “Serok Apo dixwaze li Rojhilata Navîna ştî çêbibe. Kes nikare rê li ber vê yekê bigire. Divê demildest dawî li tecrîdkirina Serok bê. Pirgirêka kurd û Rojhilata Navîn ancax bi azadiya Serok pêkan e.”