Edaleta Tirk 12 ji 13 kesên li Colemêrgê hatibûn destgîrkirin, girt.

Polîsên Tirk li navenda Colemêrgê û navçeyên Şemzînan, Colemêrg û Geverê, di çarçoveya lêpirsînên dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de 13 kes destgîr kiribûn.

Kesên hatin destgîrkirin îro derxistin pêşberî dadgehê. Ji 13 kesan Hêvîdar Ertûnç hate berdan, 12 kes hatin girtin. Kesên hatin girtin birin Girtîgeha Colemêrgê.

Navê kesên hatin girtin wiha ne: Hevserokê berê yê Şaredariya Colemêrgê Şukru Çalli, rêvebera ÎHD’ê ya Şemzînanê Pinar Yilmaz, Nîhat Tûrgût, Ramazan Erîk, Mehmet Emîn Seven, Omer Farûk Tekîn, Mesût Kiratli, Reşît Guneç, Mehmet Çapraz, Umît Dûman, Felem Aker, Mûsa Bor.