Dayikên Qamişloyê ku ji bo piştgiriyê bidin dayikên li dijî tecrîdê li ber xwe didin li Qamişloyê ketine greva birçîbûnê, gotin ‘Hûn bi tenê nînin’.

Greva birçîbûnê ya dorveger a li Lantona Cizîrê di roja 2’an de ye. Çalakî bi pêşengiya Kongreya Star û Saziya Malbatên Şehîdan a Qamişloyê, li Parka 19’ê Tîrmehê pêk tê.

Greva birçîbûnê bi beşdariya 154 çalakgeran didome. Yek ji çalakgeran jî Hanîfa Hesen e ku kurekî wê, birayekî wê û biraziyekî wê şehîd in. Hanîfa Hesen got, “Du roj in em di greva birçîbûnê de ne. Em ji hevrêya xwe Leyla re dibêjin, ‘Tu bi tenê nîne û em ê li ser şopa te bin’. Em Kurd; em ê rûnenên, nesekinin û newestin. Heta ku tecrîdkirina Rêberê me, tecrîdkirina keç û xortên me yên li zindanan bi dawî bibe, em ê li çar parçeyan ranewestin. Li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, em yek in.”

Hesen diyar kir, kêr gihîştiye qirika dayikan, dilê wan ji bo zarokên wan dişewite û got, “Ew zarok ne tenê kezeba we ye, ew kezeba me dayikên Rojavayî ne. Heta ku Rêberê me azad nebe, heta ku bêhn bê ber wan dayikan em ê nesekinin, em ê bi wan re bin.”

Endama HPC-JIN û Kongreya Star Galya Suleyman jî di greva birçîbûnê de ye û got, “Çawa ku me soz dane Rêberê xwe, em ê her tim çalakiyan bikin. Çi bar bikeve ser milê me em ê bi cih bînin û heta ku Rêberê xwe azad bikin em ê çalakiyên xwe bidomînin.”