Li navçeya Seyhan a Edeneyê, ciwanan ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan û xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê çalakî pêk anîn.

Li taxa Denîzlî ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê, ciwanan ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li berxwedêrên greva birçîbûnê çalakî kirin.

Koma bi navê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zulkuf Gezen li kolana herî qelebalix a navenda navçeyê çalakiya protestoyî pêk anî. Polîsan bi gelek wesayitên zirxî dor li taxê girtin. Ciwanan diyar kirin, heta ku tecrîd bi dawî bibe wê çalakiyên xwe bidomînin.