Hewldanên Kongreya Netewa Kurdistan (KNK) yên ji bo pêkanîna kongreya netewî berdewam dikin. Li ser vê mijarê endamê rêveberiya Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Aras Abdula û parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Hemeemîn ji RojNews re axivîn.

Endamê rêveberiya YNK’ê Aras Abdula got ku divê dezgayek nîştimanî û netewî ji bo gelê Kurd bê ava kirin û wiha axivî: “Divê dezgayek siyasî û rewşenbîrî hebe, ev jî ji bo fikir û helwesta siyasiyên Kurdistanê be. Divê ev dezga pêşxistina doza gelê Kurd, taybetmendiyên beşên Kurdistan û dewletan li ber çavan bigre. Bi vê re hê zêdetir ji bo nasandina pirsgirêka gelê Kurd hewldan bên kirin û piştgirî bê peyda kirin.

Hewldana ji bo komkirina hemû hêz, alî û stratejiyek zelal gelek girînge. Ger hinek alî jî tevlî kongreyê nebin, karek asayiye. Lê divê ne aliyên bi bandor bin, hewldan ji bo vê yekê berdewam dikin. Ez hêvîdarim lihev kirinek ji bo stratejiyek nîştimanî û netewî pêkbê.”

Di dawiyê de Aras Abdula li ser piştgiriya hizba wan ya ji bo pêkanîna kongreya netewî jî got; “Me di destpêkê de piştgiriya kongreya netewî kiriye û em pêre bûn. Em beşdarî konferas û kongreya KNK’ê jî bûn. Li gorî me pêkanîna vê kongreyê gelek girînge, lê bi mercê ku hizba parçeyekê dest ne avêje kar û barê parçeyên din yên Kurdistanê. Wek mînak em piştgiriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê dikin, lê hinek hizb hene dikevin nav kar û barên wê parçeyê de û astengiyan ji bo wê parçeyê çêdike. Ev jî ne karek rewaye.”

Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Hemeemîn jî li ser heman mijarê axivî û got “Pêkanîna kongreya netewî pêwîste û gelek direng jî maye. Ji ber ku di mijara dagirkirina Efrîn û hatina çeteyên DAIŞ de, diyar bu ku dijminên Kurd hevbeşin. Ji bo vê pêwîste kongreya netewî pêkbê û stratejiyek netewî û hevbeş bê danîn.

Endamê Tevgera Goran di Konseya Rêveber a KNK’ê de cihê xwe digre, herwiha Tevgera Goran hertim piştgiriya siyasetek nîştimanî û netewî dike. Divê peywendiyên Herêma Kurdistan bi derve re, di berjewendiyên bilind yên gelê me de be.”