Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên ji DAÎŞ û El Nûsrayê ji şeva Yekşemê ve bi obus, tank û balafirên şer ên bêmirov bombeyan li gundên Serêkaniyê dibarînin.

Li gundên Midbaxa, Mezrexa Mala Hemdoş, Dawudiye, Dirdara, Mubarekiye, Mirekis û Sikkeriye yên navçeya Zirganê ya Serêkaniyê ji şeva Yekşemê ve dagirker êrîş dikin.

Tevî obus û tankan her wiha balafirên şer ên bêmirov di êrîşan de hatin bikaranîn.

Li gundê Mubarekiyeyê şervanên QSD’ê bersiveke tund dan êrîşan û di encamê de 24 çete hatin kuştin û du wesayitên di êrîşê de hatin bikaranîn hatin rûxandin.

Hate ragihandin ku li gundên din jî şer qewimiye û ji dagirkeran kuştî û birîndar hene, lê encam nehate tespîtkirin.

Hêzên dagirker serê sibehê hewl dan bikevin nava gundê Midbaxa û şervanên QSD’ê bersiv dan êrîşê. Çeteyên dagirker ên derb xwarin ji neçarî xwe vekişandin.

Di heman demê de li dijî gundên Sali û Til Qertelê êrîş hate kirin û li her du herêman jî şer qewimî.

Li gundê Babil Xêrê ji dawiya heftyê ve şerekî giran diqewime. Di şerê Yekşemê de bi dehan dagirkerên artêşa Tirk hatin kuştin û tankek wan hate rûxandin.