Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê -KNK, Zeyneb Mûrad têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd ji ANF’ê re axivî û got;

Em dizanin ku dijminê me, wê şerên li herêmên cûda yên cîhanê bike behane û di êrîşên qirkirina Kurdan texsîr neke.

Erk û berpirsiyariya neteweyî ya ewil ew e ku partiyên siyasî û gelê me û hemû pêkhateyên li Kurdistanê bikevin nava liv û tevgerê.

Dijminê gelê Kurd, dostê tu partiyên Kurd nîne û ev dijmin bi biryarin ku hemû destketiyên Kurdan têk bibin.

Zeyneb Muradî diyar kir ku di navbera dijminên gelê Kurd de, nakokiyên siyasî, olî û aborî û hwd. hene,

Dîse jî di êrîşên li dijî gelê Kurd de yek in. Ji ber vê jî, ev qonax ji bo gelê me qonaxeke çarenûsî ye.

Daxwaza me ji partiyên siyasî, ji saziyên sivîl û gelê me ew e ku van rastiyan bibînin û xwedî helwest bin.

Gelê me xwedî helwest e, rewşenbîr û sazî hewl didin rê li ber van komployan bigirin. Lê ev yek têrê nake.

Divê em bi biryareke siyasî bibêjin ku êdî em vê yekê qebûl nakin.

Divê em bêjin, em qebûl nakin ku xaka Kurdistanê bê dagirkirin, zarokên me bêne şehîdkirin.

Propagendeya ku dewleta Tirk dike ne rast e û divê tu Kurd bi wan bawer nekin.

Armanca Dewleta Tirk ne tenê têkbirinA Tevgera Azadiya Kurdistanê ye.

Armanca Dewleta Tirk têkbirina hemû destketiyên Kurd û Kurdistanê ye.