Hevserokê KCKê Cemil Dayik di nivîsa ANF’ê de balkişand ser polîtîkayên PDK’ê û ev nirxandinên kirinPDK wek hevkareke dewleta Tirk a dagirker û qirker riyeke pir xerab û nefretî daye ber xwe.

Pêwîste rojek berî rojekê ji vê riyê vegere. Lazime sazî û bîrokrasiya dewleta Iraqê ji bo dijayetiya PKK’ê bi kar neyne û hewl nede ku li ser navê dewleta Iraqê li dijî PKK’ê biryaran bigire.

PDK bi awayekî zêde xerab ji dewleta Tirk re fikir û pêşniyaran pêşkêş dike ku ev dewlet çawa bikare daxwazên xwe bi ser dewleta Iraqê ferz bike û wisa lê bike ku li dijî PKK’ê helwestê bigire û şer bike.

PDK fikir û şêwirmendiyê dide dewleta Tirk ku eger YNK beşdar nebe, şerê li dijî PKK’ê encameke berbiçav nade.

Bi vî awayî dewleta Tirk teşwîq dike ku zextê li YNK’ê bike.

Ji bo rê li ber dewleta Tirk hêsan bike, li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo artêşa Tirk a dagirker rê û baregehan çêdike.

Li her cihê ku bizane rêya hatin û çûna Gerîla ye, kemînê datîne, hewl dide astengiyan çêke da ku Gerîla nekare pêwîstiyên lojîstîkî, çek û cebilxaneyê ji bo xwe dabîn bike.

Bi gotinek din PDK rasterast û nerasterast beşdarî vî şerî bûye.

Hêza PDK li dijî wê şer dike, ji bilî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, ji bilî HPG û YJA-Starê ne tu hêzeke din e.

Malbata Barzaniyan di lûtkeya refahê de dijî, gelê me li başûrê Kurdistanê jî di lûtkeya hejarî û feqîriyê de dijî.

Her roj bi sedan kes ji bo ku terka başûrê Kurdistanê bikin, canê xwe dixin metirsiyê, xwe li sînoran didin û koçî welatên din dikin.

Di demeke ku kuştin û xwekujiya jinan zêde dibe, PDK ji bo azadiya jinan û mafên jinan tu gaveke pratîkî naavêje.

Berovajî wê zihniyeteke baviksalarî, rejîmeke dîktator li ser gel ferz kiriye. PDK ji bo selteneta xwe ya malbatî amade ye, hemû statûya Başûrê Kurdistanê bixe metirsiyê.

PDK niha bi Dadgeha Federal a Iraqê re jî ketiye şer, 11 kursiyên ji bo kotaya pêkhateyên civakî hatibûn danîn, ji bo xwe girtibûn û sûd ji wan werdigirt.

Dadgeha Federal a Iraqê Komîsyona Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê betal kir.

Ji ber ku ev komîsyon ji dema avabûye, PDK girtiye bin serweriya xwe, bi gotineke din PDK û malbata Barzaniyan tenê berjewendiyên xwe esas digirin.

Malbata Barzaniyan hêzeke bi navê Pêşmergeyên Roj ava kiriye ku armanca wê tenê xizmetkirina vê malbatê ye. Ew kesên bi navê Pêşmergeyên Roj, tu yek ji wan ne xelkê başûrê Kurdistanê ne, hemû xelkê Rojava ne.

Ev hêza bêyom ji bo şerê li dijî PKK’ê hatiye avakirin, mûçeya wan, bi mûçeya ji mamoste û karmendan hatine birîn tên dayîn.

PDK ketiye nav berjewendiyên aborî, bertîl, talan û gendeliyê. Lewra bi piştgiriya dewleta Tirk êrişî PKK’ê dike.

PKK tu carî li dijî nirxên gelê Kurd, li dijî tu partî û aliyekî siyasî yê Kurd pişta xwe nedaye dewletekê û şer û dijminatiyeke wiha bi tu aliyekî re nekiriye.

Dewleta Tirk di şerê li dijî gelê Kurd de, ji bo tunekirina wan û destkeftiyan tu pîvaneke qanûnî û exlaqî nasnake.