Gerîla TV dîmenê operasyona şoreşgerî ya li Xakurkê weşand, ku dawiya meha Kanûnê hate kirin û di encamê de bi dehan dagirker hatin cezakirin.

Di dîmen de tê dîtin ku li gel şert û mercên giran ên zivistanê û berfa zêde, yekîneyên gerîla bi ser çeperên artêşa Tirk a dagirker ve diçin.

Di çalakiya ji gelek baskan ve hate kirin, dîmenê leşkerên hatin kuştin, çek û çeperan hate kişandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê beriya niha bi daxuyaniyekê ragihandibû ku 22’ê Kanûnê saet di 15:00 de bi navê yek ji fermandarên pêşeng ên gerîla Şehîd Ahmed Rûbar li Xakurkê operasyona şoreşgerî lidar xistin.

Hate ragihandin ku di vê operasyonê de 27 dagirker hatin cezakirin, ku gerîla çûn ser 17 cenazeyan û dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyan.

Li Metînayê jî bi rengekî koordîneyî çalakiyek hatibû kirin û 9 dagirker hatibûn cezakirin.

Artêşa Tirk ku windahiyên xwe bi rêk û pêk ji raya giştî vedişêre, piştî vê çalakiyê neçar mabû ku li kuştina tegmen Ramazan Gunay, çawişê pispor Mehmet Serînkan, leşker Îsmaîl Yazici, leşkerên ji bo pereyan şer dikin Emre Taşkin, Yasîn Karaca û Çagatay Erenoglû mikur bê.

Doh jî Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Parastina Gel (HPG) dîmenê operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêrelok weşand ku di encama çalakiya 12’ê çile de 61 dagirker hatine cezakirin.

Şehîd Helemet Dêrelok yê 23’ê Kanûna 2023’an li Zapê şehîd bûbû, parve kir.

Gerîlayên HPG’ê di 12’ê Çileyê li dijî dagirkerên li Zapê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêrelok pêkanîîbû û di encamê de 61