Di nava 45 rojan de li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Tîpa T ên Rihayê 35 girtiyên siyasî sirgunî girtîgehên cuda hatin kirin.

Ev girtiyên ku bêyî daxwaza xwe hatine sewkirin bilesebeb û bêyî agahiya malbatê hatine kirin.

Gelemperiya girtiyan sirgunî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê kirine.

Di nava wan girtiyan de girtiyê bi navê Abdulmecît Yuksekbag ê 30 sal in girtî ye û tehliyeya wî ji hêla Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ve hatiye taloqkirin û Baran Karak û Serkan Balî yên di 9’ê adarê de li Pirsûsê hatin binçavkirin û piştre hatin girtin jî hene.

Navên girtiyên di nava 45 rojan de ji Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê hatine sirgunkirin û girtîgehên lê hatine veguhestin wiha ne:

“Lokman Ayebe – Êlih, Mûstafa Muslum (Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye), Îsmaîl Taşar – Erzîngan, Alî Ulutaş – Antalya, Îdrîs Duruk-Tarsus, Mehmet Duvar – Antalya, Mahmut Ongor -Antalya, Huseyîn Doymaz – Erzirom, Abdulmecît Yuksekbag – Erzirom, Celal Ercan – Edene, Lokman Ayebe – Aksaray, Zekeriya Al Muahmmad (Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye) – Erzîngan, Îbrahîm Kurt – Erzirom, Mahmut Tutal-Erzîngan, Keleş Celal (Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye) – Erzîngan, Muhammed El Îsa – Samsun, Selamî Çîftçî – Ereglî ya Konyayê, Fadil Tokay – Erzirom, Cîhat Osman (Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye) – Erzirom, Cafer Cengîz, Huseyîn Arslan, M. Emîn Korkmaz, Emîn Çetîntaş, Abdulselam Demîr – Erzîngan, Kenan Dogan – Erzîngan, Cuma Îbrahîm – Erzîngan, Halîl Îbrahîm – Erzîngan, Baran Karak – Erzîngan û Serkan Balî – Erzîngan.”

Navên girtiyên di nava 45 rojan de ji Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê hatine sirgunkirin û girtîgehên ku ew birinê jî wiha ne:

“Mehmet Akîf Karadaş – Erzîngan, Emîn Guler – Xarpêt, Muhlîs Albay – Erzîngan, Doze Salih Temo (Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye) – Erzîngan, Sitki Kurtoglu – Xarpêt û Huseyîn Muhammed (Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye) – Erzîngan.”