Bi wesîleya 52mîn salvegera dardekirina pêşengên tevgera şoreşgerî ya Tirkiyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Li Rihayê, bi pêşengtiya Hewldana 78’an a Rihayê, li ber Navenda Kar ya Ahmet Bahçivan daxuyaniyek hate dayin.

Pêkhateyên Platforma Demokrasî û Kedê ya Rihayê jî tevlî daxuyaniyê bû.

Berdevkê Hewldana 78’an ya Rihayê Vahît Akgun axivî û got: Mîrateya ku wan li pey xwe hiştin, ji bo gelan şoreşgerî bû, ev şoreşgerî îro dewam dike.

Li Stembolê jî, Rêxistinên Ciwanan di 52mîn salvegera dardekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan de, ji pêşiya Navenda Çandê ya Ataturk -AKM, ya Beyoglûyê heta Dolmabahçeyê meşiyan.

Piştî meşê, li ser navê Rêxistinên Ciwanan Diyar Soya daxuyaniyek xwend û Denîz û hevriyên wî li dijî dagirkerî û hevkariyê têkoşîna enternasyonalîst meşandine.

Li Izmîrê jî, Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê ji bo bîranîna Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan, li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyaniyek dan.

Berdevkê KESK’ê Nîhat Fîlîz daxuyan xwend û got; Sînan Cemgîl û hevalên wî li Nurhqeê, dijî faşîzmê têkoşin kirin. Mahîr Çayan û hevalên wî li Kizildere, Îbrahîm Kaypakka di êşkenceyê de, Denîz Gezmîş û hevalên wî li Girtîgeha Ulucanlar ya Enqere têkoşîn kirin û hatin şehîd kirin.

Piştî daxuyaniyê heta Qada Gundogdu meş hat kirin û qurnefîl avêtin behrê.

Li Edenê û Antalya jî Hêzên Ked û Demokrasiyê bi daxuyaniyên cûda Denîz Gemîş û hevalên wî bibîranîn