Gerîlayên HPG û YJA Starê li Mahsertêya Mêrdînê çalakiyek li dar xistin û di çalakiyê de wesayîta zirxî ya Kobra hate îmhakirin û leşkerên di nava wê de hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên li Mêrdînê û êrîşên hewayî daxuyanî da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal û Şehîdên Bestayê di 23’ê Nîsanê saet di 20.00’an de li nêzî gundê Kudê yê Mehsertêya Mêrdînê, hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistin. Dema ku wesayîta zirxî ya Kobra ya artêşa Tirk a dagirker derbas dibû, teqemeniya ku berê hatibû bicihkirin, hate teqandin. Di vê çalakiyê de wesayîta Kobra îmha bûye û leşkerên tê de hemû mirîne. Hejmara leşkeran baş nehatiye zelalkirin lê li gorî texmînan 9 leşker mirine. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker li herêmê operasyonek daye destpêkirin û ev operasyon di 24’ê Nîsanê de hatiye bidawîkirin. Di van çalakî û operasyonan de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye.”

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî kirine.

Di 26’ê Nîsanê de saet di 19.00’an de li dijî Tepê Sor û Werxelê yê Avaşînê û saet di 21.00’an de li dijî qada Kurojahro ya Zapê, di 27’ê Nîsanê de saet di 00.15’an de li dijî qada Kurojahro ya Zapê, saet di 07.30’an de li dijî qada Kunîşka ya Zapê û saet di 08.20’an de li dijî Tepê Sor a Avaşînê êrîşên hewayî hatine kirin.

Di van êrîşan de tiştek bi gerîlayên me nehatiye.”