Şervanên YPJ û YPG’ê Cejna Newrozê pîroz kirin û gotin, Newroz kevneşopiya berxwedanê zindî ye, sembola hêvî û berxwedana gelane.

Şervana YPJ’ê Hêlîn Amanos, cejna Newrozê li Rêbertî, girtiyêna azadiyê, li gelê Kurd pîroz kir û got;

Ev rojeke pir girîng e. Berxwedana Mazlûm, Rahşan, Sema, Ronahî û Bêrîvan em gihandin van rojan.

Em hêz û moral ji hevalên di berxwedanê de digirin.

Em Newrozê wekî vejînekê dibînin. Dewleta Tirk dixwaze Kurd tine bike..

Em jî dibêjin, ti car wê nikaribe Kurdan tine bike. Em wek şervanên YPJ’ê em ê ji dewleta Tirk a faşîst hesab bipirsin

Şervanê YPG Pêşewan Perîxan jî got; Em li mîrateya Kawayê Hesinker û Kawayên hemdem xwedî derdikevin.

Her çiqasî bi awayekî mîtolojîk hatibe nivîsandin jî rastiya wê heye.

Îro jî em dibînin Dehaq hene û em jî li dijî Dehaqan şer dikin.

Ji şervanên YPJ’ê Şîraz Nîda jî Newroz li Rêbertî, girtiyên azadiyê û Gelê Kurd pîroz kir û got;

Agirê Newrozê agirê heqîqetê ye û em li ser riya heqîqatê têkoşînê dikin.

Lewma meşaleya Kawayê Hesinkar û Mazlûman, weke despêkirina jiyaneke nû ye.

Şervanê YPG’ê Mehmud Qeremox, jî da zanîn ku tevahî gel bi hatina Newrozê re bi hêvî li siberojê dinêre û wiha berdewam kir;

Newroz ji bo me rojek pîroze û wateye xwe ya dîrokî heye.

Roja li hember desthilatdariya zalim, roja serhildanê ye.

Newroz, kevneşopiyeke dîrok û ji nû de vejîn e, lewma rojeke girînge.

Mehmud Qeremox, Newroz li Rêbertî, Gerilla, Girtiyên azaidyê û gelê Kurd pîroz kir û got;

Cejna Newrozê ya îsal jî, wek hemû salan pêwîste bi kelecanek mezin were pêşwazî kirin.