Di raporê de diyar dibe ku rêjeya tundiya artêşa Tirk û çeteyên wê her ku diçe zêde dibin.
Ev suc jî, di aliyê îşkencekirin, girtin, dardekirin, desteserkirina mal û milkên koçberan, topbarankirin, bikaranîna çekên qedexekirî, hedefgirtina xebatkarên tenduristiyê û rojnamevanan de çêbûne û hîna jî berdewam dike.
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku di encama sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de; Di navbera 9`ê Cotmeha 2019`an û heta dawiya Çileya 2024`an, 2 hezar û 105 kes hatine kuştin. 8 hezar û 290 kes birîndar bûne.
9 hezar û 241 kes hatine revandin, ji wan derdora 8 hezar û 6 kesî hatine berdan, çarenûsa yên mayî ne diyar e.
Heta 31ê Çileya 2024`an, 182 kes bi îşkenceyê hatine kuştin, 586 keêsn Sûriyeyî ji aliyê leşkerên Tirk yên li ser sînor ve hatine kuştin. Di nava wan de 106 zarokên kêmtirî 18 saliyê û 69 jin hene.
3 hezar û 89 kes bi guleyên cendarmeyan, dema hewl didan sînor derbas bikin, yan jî şêniyên gund û bajarokên li ser sînor yan jî cotkar û xwediyên zeviyên li ser sînor, birîndar bûne.
Li gorî raporê, ji destpêka 2024`an ve cendirmeyên Tirk kesên ku hewl didan sînor derbas bikin 41 kes kuştine û 133 kes birîndar kirine.
Gelek ji wan di encama lêdana hovane de jî astengdar bûn.
Dewleta Tirk êrişî binesaziya heremê dike
Li gorî raporê, bîlançoya sûcên di Çileya 2024`an de, li bakurê Sûriye hatine kirin jî wiha ye:
“Li herêmên rojavayê Firatê, Bab, Cerablus, Ezaz û bajarê Efrînê yê dagirkirî; di encama topbaran, şerê nava taxan, mayin û teqînan de 16 kes birîndar bûne, di nav de 4 zarok hene. 2 mayin teqîne û teqînek çêbûye.
44 kes hatine revandin û li 27 kesan jî îşkence hatiye kirin. Fîdye ji bo berdana revandiyan hatiye xwestin û 25 kes hatine revandin.
Di topbarana 32 gundan de 21 sivîl birîndar bûne û 9 jî hatine kuştin. 5 caran komên çeteyan di nava bajarên de bi hev ketine.”