Polîsên dewleta Tirk, di 29’ê Nîsanê de, danê êvarê li navçeya Mêrsîn Akdenîz, taxa Şevket Sûmer avêtin ser male Yoldaş Aba û apê wî Sedat Aba û bi behaneya “endamê rêxistinê” ew girtin binçavan de.

Ap û birazî Aba yên li midûriyeta polîsan karên wan bi dawî bû, doh sewqî Edliyeya Mêrsînê kirin.

Dozgeriyê bi behaneya “endamê rêxistina terorê ne” ew girtin û şiyandin zindanê.

Li aliyê din, cendirmeyan jî doh bi ser gelek malan de girtin û ji ber parvekirinên medya dijîtal û bi behaneya “propagandaya rêxistina terorê dikin” 6 kes girtin binçavan.

Li Bursayê jî, ji 14 kesên ku pêr li navenda bajêr hatibûn binçavkirin 12 kes bi mercên kontrola edlî hatin berdan, Nesîbe Akan û Mahmût Yildirim jî hatin girtin.