Bi mebesta 15’ê Sibatê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Kongra Star ya herêma Koçerat li hola gundê Veroc civînek pêk anî û bi sedan şênî beşdar bûn.

Di destpêkê de, Ji rêvebera Kongra Star a Dêrikê Binefş Ebdo axivî û got;

Komplo li dijî hemû civakên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriye û Rojhilata Navîn bû.

Pêwîste em ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çalakiyên xwe berfirehtir bikin.

Li Tebqa jî, Kombûna Jinan a Zenûbiya li qada Yekitiya Werzîşê ya bajêr daxuyaniyek da.

Ji rêveberiya Kombuna Jinan Nûr El Henefî daxuyanî xwend û got; Armanca komplogeran tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê bû, lê hemû planên wan hatin pûç kirin.

Niha jî dem dema azadkirina Rêber Abdullah Ocalane.

Li Dêre Zorê jî, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye li hola Meclisa Gel a bajarokê Ebû Hemam semînerek da.

Di semînerê de li ser komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan hate rawestandin.

Di semînerê de endama Komîteya Jinan Xade Zekeriya axivî û ji rêveberiyê Engîzek Demhat axaftin kirin.

Piştî axaftinan, sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana wî ya li Îmraliyê hate pêşandan.