Li Silêmaniyeyê jin ên ciwan ên Başûrê Kurdistanê pankarta bi nivîsa “PKK mêvan nîne, PKK gel e, gel li vir e’ hate daliqandin.

Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi rê û rêbazên cuda li ber êrişkariya PDK’ê ya li dijî qadên gerîla radibin.

Jin ên ciwan ên Başûrê Kurdistanê doh êvarê li bajarê Silêmaniye pankart daliqandin.

Bi vê armancê li ser pira Pirde Kobnê ku yek ji pirên herî dirêj ên bajêr e pankarta bi nivîsa “PKK mêvan nîne, PKK gel e, gel li vir e’ hate daliqandin.

Ciwanan diyar kirin ku PKK partiyeke gelê Kurd û gelê Kurd li ku hebe PKK jî wê li wir hebe.