Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) têkildarî Komkujiya 14’ê Tebaxa 2007 a li Sîba Şêx Xidir, Til Izêr, Komkujiya 15’ê Tebaxa 2014’an a li gundê Koço û şehîdkirina Mam Zekî ya 15’ê Tebaxa 2018’an daxuyaniyek nivîskî da.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) qurbanî û şehîdên Komkujiya 14’ê Tebaxa 2007 a li Sîba Şêx Xidir, Til Izêr, Komkujiya 15’ê Tebaxa 2014’an a li gundê Koço û şehîdkirina Mam Zekî ya 15’ê Tebaxa 2018’an bibîr anî û got: “Bi pêşengtiya Mam Zekî û bi ruhê 15‘ê Tebaxê, roja vejîna gelê Kurd ku dibin fermandariya Fermandar Egîd de, li dijî dagirkerî û qirkirinê pêk hatî, li Şengalê jî vejînek nû pêk hat. Em bi ruhê Mam Zekî pêşî li ferman û qirkirinan bigirin.”

Daxuyaniya KCÊ-E wiha ye:

“Em sazî û rêxistinên civaka Êzdî ên li Ewropayê, bi rasthatina salvegera Komkujiya 14’ê Tebaxa 2007‘an an li Sîba Şêx Xidir û Til Izêr, komkujiya 15’ê Tebaxa 2014’an a li gundê Koço û qetilkirina Mam Zekî Şengalî a di 15’ê Tebaxa 2018’an de, hemû cangoriyên fermanan û ên doza azadiya Kurdistanê bibîrtînin û soza bicihanîna armanc û daxwazên wan didin.

Meha Tebaxê di dîroka civak û gelê me de, meha ferman, qirkirin, komkujî û berxwedanê ye. Di vê mehê de, li aliyekî li dijê gelê me ferman û komkujiyên herî bi dijwar pêk hatine, li aliyê din jî, li dijî qirkirin û dagirkeriyê destpêka berxwedan û vejînê ye.

Di 14‘ê Tebaxa 2007‘an de, ji aliyê hêzên terorîst û faşîst ku piştgiriya xwe ji hêzên dagirker hegemonyal yên herêmî û navneteweyî digrin, li dijî gelê me li komelgehên Şengalê Sîba Şêx Xidir û Til Izêr, li ber çavên hezên PDK‘ê û arteşa Iraqê û dibin kontrola wan de, bi 2 tankêrên tiji teqamenî komkujî pêk anîn. Di van êrişan di nêzî 400 Êzdiyî jiyana xwe ji dest da û winda bûn. Hîna jî cenazeyên gelekan ji wan dibin kavilên xaniyan de ne û nehatina derxistin. Her weha nêzî 800 kes jî birîndar bûn.

Bi vê êrişa li Sîba û Til Izêr bingehê qirkirina 3‘yê Tebaxa 2014‘an hat avêtin. Hêzên ku fermana 3‘yê Tebaxa 2014‘an û komkujiyên li Sîba û Til Izêr pêk anîn heman hêz bûn. Her weha hêzên ku çavê xwe ji komkujiyên li Sîba û Til Izêr û fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ra girtin, rê li pêşiya wan vekirin û civaka Êzdî bê parastin hiştin dîsa heman hêz bûn.

Di encama fermana 3‘yê Tebaxa 2014‘an de, ku bi hazaran Êzdî hatin kuştin, revandin, windakirin û bi sadhazaran jî ji cih û warê xwe qut bûn. Di vê fermanê de, qurbaniyên herî zêde û hovitiya herî bi dijwar di 15‘ê Tebaxa 2014‘an de li gundê Koço pêk hat. Li vê derê nêzî 500 Êzdiyî li ber çavên kesên wan hatin qetilkirin û nêzî 800 kesî jî hatin revandin. Hîna jî bi sadan ji wan di gorên komî de veşartina, cenazeyên wan nehatine derxistin, nasnameyên wan nehatine zelalkirin û aqûbeta sadan ji wan jî nayê zanîn.

Her çiqasî di 3’yê Tebaxa 2014’an de ferman û qirkirina herî dijwar a dîroka civaka me de pêk hatibe jî, bi destwerdana Tevgera Azadiyê ya dibin pêşengiya Mam Zekî û Fermandar Egîd Civyan ya di Tebaxa 2014‘an de, li Şengalê rê li pêşiya qirkirinek bi giştî a civaka Êzdî, rûxandina perestgeha civaka me û qutbûna wê a ji axa pîroz Şengalê hat girtin. Bi berxwedana şervanên azadiyê, birdozî û felsefeya Rêber Apo, li Şengalê zêdetirî sad hazar Êzdî ji mirinê hatin rizgarkirin, hatin birêxistinkirin, hêzên xwe parastinê hatin damezrandin, Şengal ji DAÎŞ’ê hat rizgarkirin, saziyên xwe birêvebirinê hatin damezrandin, jiyan ji nûve hat avakirin, zêdetirî sad hazar Êzdiyî vegeriyan ser cih û warê xwe. Bi vê yekê pîlana tûnekirina civaka Êzdî û dagirkirina stargeh û perestgeha wê a dîrokî û pîroz hat rawestandin. Di bin pêşengtiya Mam Zekî de, bi salan ked û xebat ji bo Şengalek azad, xweser, demokratîk a li ser hîma Êzdayetiyê hat meşandin. Soza pêşigirtina ferman û qirkirinan hat dayîn. Ji bo vê yekê bi şev û roj têkoşîn û berxwedan hat kirin. Di encama cangorîbûna zêdetirî 150 şervanên azadiyê û Êzdîxanê de, bingehekî xûrt hat avêtin.

Yek ji armancên din ê Mam Zekî şagirtiyên wî pêk anîna tifaq û yekîtiya civaka Êzdî a li Şengalê bû. Mam Zekî hemû zanebûn, hêz û wextê kir xizmeta civaka xwe û ew bû Mamê tevahiya Êzdîxan û Şengalê.

Mam Zekî, li ser bingehê pêk anîna yekîtî, tifaq, xweserî, statu û erekirina îradeya civaka Êzdî, da ku carekdin komkujî û ferman neyên serê Şengal û civaka Êzdî, di nava hewldanan debû. Bi vê armancê tevlî merasîma bîranîna cangorî û qurbaniyên komkujiya gundê Koço bû. Mam Zekî dema  ku ji merasîmê vegeriya bû armanca hêzên qirker û dagirker û ew ji aliyê dewleta Tirk a dagirker a dibin sêrkêşiya dîktator û faşîst Erdogan va hat qetilkirin.

Bi qetilkirina Mam Zekî, xwestin birêxistinkirina civaka Êzdî, hêzên xwe parastinê, saziyên xwe birêvebirinê ku ji bo sazkirina jiyanê li Şengalê ji nûve ava bikin hatina damezrandin têk bibin. Pêşî li vegera Êzdiyan a ser cih û warên bigrin. Şengalê dagir bikin û fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji aliyê Tevgera Azadiyê a dibin pêşengiya Mam Zekî de, hatî rawestandin, carekdin bi qetilkirina Mam Zekî bi encam bikin û bigihin armancên xwe.

Hêzên ku di Komkujiyên Sîba Şêx Xidir, Til Izêr û Koço de cih girtin û pêk anîn, di qetilkirina Mamê Êzdîxanê Mam Zekî jî cih girtin. Bi pêşengtiya Mam Zekî û bi ruhê 15‘ê Tebaxê, roja vejîna gelê Kurd ku dibin fermandariya Fermandar Egîd de, li dijî dagirkerî û qirkirinê pêk hatî, li Şengalê jî vejînek nû pêk hat. Mam Zekî û şagirtiyên wî ferman û qirkirin vegerandin têkbirina dagirkerî û zilmê. Wan ji xweliya fermanê vejînek avakirin û bûn hêvî ji tevahiya Êzdîxan, Kurdistan û mirovahiyê re.

Êrişa li hemberî Mam Zekî û di roja 15’ê Tebaxê de ne tesadûf bû. Hêzên ku ferman anîn serê civakê me, bi êrişa li hemberî Mam Zekî de xwestin ji me re bêjin, emê nehêlin ku hûn bibin xwedî pêşeng û rêberê li ser hîmê azadî û Êzdayetiyê. Emê rê nedin ku li ser rêya azadî û demokrasiyê hûn bibin  wedan hêz û tifaq. An hûnê dibin mîrê koletiya me de bîjîn, teslîm bibin an jî hûnê bên tûnekirin, tiştê ku li Koço me anî Serê we, emê herdem bînin serê we. Her weha gotin emê rê nedin ku hûn carekdin wek civak û bawerî li ser vê axê vejîn, jiyana we ji nûva ava bibe û hûn bibin xwedan siberoj. Bi taybetî jî bi qetilkirîna Mam Zekî xwestin hêz, felsefe û siyaseta ku di encama berxwedana şervanên azadiyê ku li ser hîmê têkoşîna 15‘ê Tebaxa 1984‘an pêk hatiye tine bikin û ji holê rakin.

Lê belê hêzên ku ferman, qirkirin û komkujî anîn serê civaka ber bizanibin ku êdî tovê ku Mam Zekî û hemû cangoriyên Êzdîxanê bi xwîn û keda xwe li Şengala pîroz çandina, şîn bûye û wê tu hêz nikaribe vî tovê azadî, berxwedan, têkoşîn û demokrasiyê ji wê axê qut bike û rake. Îro ruhê Mam Zekî, Zerdeşt, Êgid û Nûjiyanan li her bostek axa Şengalê ye, ji biçûk heya mezin bandor li tevahiya civaka me a xwedan xîret kiriye û ewê tu carî rê nedin ku ev tovê azadî û berxwedanê vemirê.

Em dubare Koordînasyona Civaka Êzdî li Ewropayê, di salvegera Komkujiyên Sîba Şêx Xidir, Til Izêr, Koço û cangorîbûna Mam Zekî de, hemû cangorî û qurbaniyên ferman û azadiya Êzdîxan û Kurdistanê bibîr tînin û soza bicihanîna Êzdîxanek azad û xweser didin û dibêjin hûn rêberê têkoşîn û doza me ne.

Her weha em bang li tevahiya civaka Êzdî, gelê Kurd û dostên wan dikin ku bi ruhê 15‘ê Tebaxê û Mam Zekî xwedî li Şengalê, cangorî û qurbaniyên Sîba Şêx Xidir, Til Izêr û Koço derkevin, carekdin rê nedin ku ferman, komkujî, qirkirin li hemberî civaka Êzdî pêk werin û li herderê di sêrî de Mam Zekî hemû cangorî û qurbaniyan bibîrbînin.

Bi taybetî jî em bang li civaka xwe ya Elmanyayê dikin, ku tevlî bîranîna Mam Zekî a ku wê di 15‘ê Tebaxê roja Yekşemê li bajarê Elmanya Herfordê pêk were bibin û soza domandina doza cangoriyan û bicihanîna armancên wan bi hevdu re bidin û dubare bikin.”