Greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê di roja 28’an de ye. Li Wanê 7 girtiyan çalakî dewr wergirtin.

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemberî binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan ku dema dawî zêde bûye, girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji 27’ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne.

Li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Wanê 3 girtî, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Wanê 3 girtî û li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa T a Wanê jî girtiyek ketin greva birçîbûnê.

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F’ê ya Wanê di greva birçîbûnê de ne wiha ne: Aydin Kûş, Sînan Bîtîk, Rezan Mahmût. Girtî wê piştre greva birçîbûnê dewrî Hasan Akman, Îzbat Oran û Seyîthan Çalişir bikin.