Bûyerên ku sala dawî li Wanê diqewimin pirsa “Gelo hêzên tarî ji nû ve ketine dewrê” xist mejiyê mirovan. Hevserokê HDP’ê yê Wanê Okkeş Kava û wekîla Wanê Mûazzez Orhan gotin, bingeh ji kuştinên ‘kiryar nediyar’ re tê amadekirin.

Li Wanê sala dawî bûyerên mîna yên salên 1990’î diqewimin. Di çapemeniyê de jî hate weşandin ku wesayitên bi marka Land Rover nîvê şevê diçin gundan û gefê li gundiyan dixwin. Piştre dîmenên serdegirtina malan û êşkenceyê hatin weşandin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisac meha Sibatê ragihand ku wesayiteke bêplaqeke wî dişopîne û dîmenê wê parve kir.

Di demekê de ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) vîrûsa koronayê weke pandemî ragihand, endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê ji aliyê kesên xwe weke polîs dan naskirin hate revandin û gef lê xwarin ku eger Wanê neterikîne wê bê girtin.

Doh Bahrem Yûsefî yê ji gundê Belecûk ê Rojhilatê Kurdistanê, li gundê Yamanyûrd ê Sarayê hate kuştin. Ev bûyerên ku di nava salekê de li Wanê zêde bûn pirsa “Gelo hêzên tarî ji nû ve ketin dewrê” xist serê mirovan. Hevserokê HDP’ê yê Wanê Okkeş Kava û Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan ji ANF’ê re mijar nirandin.

KAVA: HER TIŞTA DIQEWIME DIKIN HINCETA ÊRIŞA LI DIJÎ HDP’Ê

Kava diyar kir, di demekê de ku dinya li dijî vîrûsa koronayê têdikoşe, dewlet û hikumeta Tirk li dijî HDP’ê seferber bûye û got, “Ev êriş bênavber didomin. Li dijî xebatkarên me yên partiyê bi dehan operasyon hatin kirin. Her wiha hevalên me yên xebatkar hatin destgîrkirin. Bi operasyonên siyasî roja me dest pê dike. 43 hevalên me niha destgîrkirî ne. Dema destgîrkirinê tê dirêjkirin.”

Kava anî ziman ku hikumet bi israr dixwaze HDP’ê krîmînalîze bike û got, “Dema dawî bûyerên êşkenceyê û înfazê zêde bûne. Weke ku em li salên 1990’î vegeriyane.”

ORHAN: BINGEHÊ JI KUŞTINÊN KIRYAR NEDIYAR RE AMADE DIKIN

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan jî diyar kir ku bûyera revandinê rewşeke nû nîne. Mûazzez Orhan anî ziman, revandin û destgîrkirin timî diqewimin û got, “Hêzên ku nediyar in kî ne û xwe weke polîsan didin naskirin, wê direvîne û gefê lê dixwin. Hewl didin karên me yên partiyê asteng bikin, krîmînalîze bikin. Gef li hevala me ya Meclîsa Partiyê xwarin û gotin, ‘Ya tuyê ji vir biçe ya jî em ê te bigirin’. Ev kiryar gava destpêkê ya kuştinên kiryar nediyar ên salên 1990’î bû. Em ji salên 1990’î zanin ku dawiya gefxwarinan digihêje ku derê. Hîn niha jî Dayikên Şemiyê li hevser û zarokên xwe digerin.”

ÊRIŞ LI DIJÎ TÊKOŞÎNA JINÊ TÊ KIRIN

Mûazzez Orhan bi bîr xist ku piştî 7’ê Hezîranê Serokwezîrê wê demê Davûtoglû gotibû ‘Torosên Spî ji bîr nekin’ û got, “Starta vê demê wê rojê hatibû dayin. Heman piştî vê gotinê jî Tahîr Elçî hatibû kuştin. Bombeyên hatin teqandin, piştî wê demê bi gefên ‘Ya tu yê deng bide min ya jî bimire’ heta vê demê dewam kir. Rojên dawî rewşeke bi hemlan rengî diqewime.

Her wiha hin bûyerên revandinê jî diqewimin ku haya me jê nîne. Lê belê bi taybetî hevalên me yên jin tên hilbijartin, ku ev yek êrişek li dijî têkoşîna jinê ye. Li dijî rejîma qesrê ya nêrza û tekperest, jin têkoşîneke veguherîna civakî dimeşînin. Lewma êriş li wan tê kirin. Dixwazin pêşî li rêya 3’emîn bigirin.”