Li Wan navend û navçeyan li ser rojiya mirinê ya girtiyan daxuyanî dan û gotin, ”tecrîd demildest divê rabe”. Di çalakiyê de hate gotin tecrîd şer ferz dike.

Ji ber ku li girtîgehan girtiyên siyasî dest bi rojiya mirinê kirin li Wanê û navçeyên wê bi çalakiyên girseyî bang hate kirin ku daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê were qebûlkirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li Wanê Hevserokên bajêr ên HDP’ê  yên Wanê Yadîşen Karabulak, Umît Dede, Hevserokê Bajêr ê DBP’ê Okkeş Kava, nûnerên KCD’ê, aktivîstên TJA’yê, rayedarên TUHAY-DER’ê û gel hazir bû.

‘HIQÛQA XWE JÎ BI CIH NAYÎNIN’

Rêveberê Bajêr ê HDP’ê yê Wanê Omer Sonmez ê ku daxuyanî xwendî got, ”Desthilata berdest a AKP-MHP’ê li gel vê daxwaza hiqûqî jî li bara grevên birçîbûnê xwe kerr û kor û lal dike”.

Sonmez got, ”Li gel hemû hişyarîdayinan jî ji ber polîtîkaya AKP-MHP’ê ku hiqûqa xwe bixwe jî bi cih nayînin, çalakiyên greva birçîbûnê hatiye qonaxeke krîtîk.”

‘TECRÎD ŞER FERZ DIKE’

Sonmez got, ”Girtiyên siyasî îro çalakiya greva birçîbûnê vguherandin ser rojiya mirinê û ev bi raya giştî re jî par ve kirin. Bi çarçoweya biryara girtiyên siyasî ji îro û pê ve 15 girtiyên siyasî dest bi ‘rojiya mirinê’ kirin. Ji bo ji dengê girtiyên siyasî re bidin deng û sersariya desthilatê were şermezarkirin parlamenterên me jî niha li desteya giştî ya meclîsê çalakiya rûniştinê dikin. Em jî li vir deng didin dengê wan û dibêjin, ”daxwaza wan daxwza me ye”.

Sonmez diyar kir divê demildest dawî li tecrîdê were û polîtîkayên tecrîdê werin bidawîkirin.

Li Wanê her wiha li hemû navçeyan daxuyaniya çapemeniyê hate dayin û hate xwestin ku polîtîkayên tecrîdê were rakirin.