Li Wanê ciwanan êrîşên li ser herêma Zînî Wertê şermezar kirin.

Li Taxa Xaçortê ya Rêya Hevrîşm a Wanê ji ber bomberdûmankirina herêma Zînî Wertê ciwanan artêşa Tirk a dagirker û PDK a ku sewqiyata leşkerî kiriye, şermezar kirin.

Ciwanan duh êvarî li ser rêyan barîkat danîn, agir dadan. Polîsên dagirker êrîşî ciwanan kir.

Di êrîşê de 5 ciwan hatin destgîrkirin. Navê ciwanan nehate hînbûn. Hate diyarkirin ku polîsên Tirk êşkence li ciwanan kiriye.