Berpirsyarekî Yemenî ji Skynewsê re destnîşan kir ku serokê îstixbarata leşkerî ya artêşa Yemenê general Mihemed Salih Temah ku di êrîşa hêzên Hûsiyan a li ser qayîda El-Enid ya hewayî li parêzgeha Lehic de birîndar bûbû, mir.

Di 10`ê Çileyê de hêzên Hûsiyan bi firokeyeke bêmirov toraneke leşkerî ya artêşa Yemenê di qayîda El-Enid de li parêzgeha Lehic a başûrê Yemenê, hedef girt. Di encamê de serokê Heyet El-Erkan a Yemenê general Ebdillah El-Nixayî, parêzgarê Lehicê Ehmed Ebdillah Tirkî, general El-Rukin Sabit Cewas û berdevkê herêma leşkerî Mihemed El-Neqîb birîndar bûn û 6 leşker hatin kuştin.

Li gorî nûçeya Spûtnîkê ji çavkaniyên leşkerî di Wezareta Parastinê li Senayê ya girêdayî hêzên Hûsiyan de ku balafira Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Sûdî 7 êrîş li ser herêmên cuda li midûriyeta Baqim bakurê Sedê pêk anî û zirarên madî pêk hatin.

Her wiha çavkanî diyar kir ku koalîsyonê 2 caran herêma El-Elî di midûriyeta Razih a rojavayê Sedê de kir hedefa xwe û di encamê de jineke ducanî jiyana xwe ji dest da.