Li girtîgeha Islahiyê ya tîpa T a Dîlokê 26 ê Adarê bi ser koxûşan de girtin û êşkence girtiyan kirin.

Hevserokê şaxa Dîlokê yê OHDê Yusuf Kartal piştî pê hesiyan bi heyetekê serdana girtiyan kirin.

Kartal dibêje dema girtî Îlhamî Îşçî anîn cihê hevdîtinê li beden û rûyê wî de şopên êşkenceyê hebûn.

Girtî Îlhamî Îşçî êrîşa gardiyanan wiha vegotiye:

“Di lêgerîna koxûşê de gardiyanan bi lêdanê ez birim hucreya yek kesî, dema hevalê me girtî Ûgûr Urun nerazîbûn nîşanda ew jî bi lêdanê birine hucreyê.

Di korîdorê de jî êşkence li me kirin û êşkence li hucreyê jî dewan kir.

Piştî rojekê ji bo rapor bigrin çûn çem doktor, lê doktor di rapora xwe de “cermê wan de sorbûnên biçûk hene” nivîsand.

Mudurê girtîgehê ji me re got: Werin em li ser vê buyerê bigrin, we jî bişînin koxuşên berê.

Parêzer Yusuf Kartal da zanîn ku gardiyanan gef li girtiyan xwarine û gotine:

Gelo hûn rastî serdema Esat Oktay hatine? Heke rast nehatibin hûn bi xêr hatin. Emê bêhtir bînin serê we.

Yusuf Kartal bi lêv kir ku ji bo berpirs bên cezakirin ew ê şopdarê pêvajoya hiqûqî bin.