Rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed, di 25’ê Cotmehê de li deriyê Sêmalka, ji aliyê a hêzên PDK’ê ve hate revandin û heta îro tu agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, Asayîşa PDK’ê ya Dihokê, daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed ne rojnamevan e.”

Ajansa Rojnewsê jî, bi daxuyaniykê ragihand ku Silêman Ehmed nêzî 5 salane di beşa erebî ya ajansa wan de weke edîtor kar dike.

Îddîayên Aasiya PDKê ne rast in û armanca wan cêzakirina rojnamevan Silêman Ehmed e.

Parêzerê Ehmed, Nerîman Ehmed Reşîd jî diyar kir ku tevî biryara dozgeriyê jî Asayîşa Dihokê nahêle ew bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin.

Prz Ehmed, got “Têkoşîna me ya hiqûqî jî dewam dike.

Koma Parastina Suleyman Ehmed ku ji hêla parêzeran ve hatiye avakirin jî da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn.

Ajansa Rojnewsê jî ragihand ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa wan Silêman Ehmed berpirse û got;

Beriya çendek, me serî li Neteweyên Yekbûyî -NY, daye.