Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun, di 18’ê Îlonê de li avahiya KNK’ê ji aliyê MÎTa dewleta Tirk û Îstîxbarata PDK’ê ve hate şehîdkirin.

Malbata şehîd Denîz Cevdet Bulbun, li Nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê daxuyaniyek da û bang li desthilatdariya Başûrê Kurdistanê kir ku kujerê kurê wan û hêzên li pey êrîşkeran eşkere bike, bigire û dadgeh bike.

Di destpêkê de, bavê şehîd Denîz, Cevdet Bulbun axivî û got; Kurê me Denîz, mamosteyê zimanê Kurdî bû. Bi tu kesî re tu pirsgirêkên wî nebûn, kesekî bê sûc bû û li Hewlêrê hate şehîd kirinn. ji bo me serbilindiye ku kurê me li ser doza azadiya gelê Kurd hate şehîdkirin.

Cevdet Bulbun, diyar kir ku di ser şehdîkirina Denîz re, 24 roj derbasbûne, heta niha tu kes nehatiye binçavkirin û aliyên ewlekariyê jî heta niha tu tişt li ser êrişê eşkere nekirine. Çend roj in em li bajarê Hewlêrê ne. Derbarê bûyerê de me li dadgeh û Asayişa Hewlêrê gilî kir û me xwest kujerê kurê me bê girtin, ji raya giştî, Kurd û cîhanê re bê eşkerekirin û bê zanîn ku kî û kîjan hêz li pişt vê êrişê ne.

Em car din bang li desthilatdariya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikin ku kujer, kes û hêzên li pişt bûyerê demildest bên eşkerekirin. Divê sedema şehîdkirina kurê me bê eşkerekirin ku çima û ji ber çi kesekê sivîl û bê sûc tê kuştin?