Malbata Şenyaşar a ku li Rihayê çalakiya xwe ya nobedê didomînin got ku, “Em bang li hemû kesên xwedî wijdan dikin bila piştgiriyê bidin çalakiya me.”

Parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê qetlîamek kiribû. Di vê qetlîamê de Hecî Esved Şenyaşar û zarokên wî Adil û Celal miribûn, Fadil Şenyaşar ê birîndar jî hatibû destgîrkirin.

Emîne Şenyaşar a ku hevjînê wê û du kurên wê  hatibûn kuştin û kurekî wî hatibû girtin li pêşiya dadgeha Rihayê dest bi nobeta edaletê kir. Çalakiya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar hefteyek e didome. Malbatê xwestibû ku bi Serdozgeriya Komarê rûnên lê ev daxwaz bi cih nehat.

Malbata Şenyaşar li ser twîtterê got ku, “Nobeta me ya edaletê di roja 7’an de didome. Em bang li hemû kesên xedî wijdan dikin bila werin pêşiya dadgehê 10 deqîqeyan piştgiriyê bidin me.”