Gerilla Ararat Herekol (Sîbel Deniz) û Zîn Zagros (Gulê Hiso), di 1’ê Nîsanê de li herêma Garê şehîd bûbûn.

Ji bo şehîd Ararat Zin, li Elmanya bajarê Aachen, li Navenda Civaka Kurd a Demokrtaîk, merasima bîranînê hate pêkanîn.

Piştî rêzgirtinê, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Cahîde Goyî axivî û qurbanên terteleya Dersimê ya 38’an û hemû şehîdên azadiyê bibîranîn û got; Şehîd Zîn Zagros û Ararat Herekol, bûne şopdarên Bêrîvan, Zîlan, Şiyar, Sema û bi hezaran şehîdên Geliyê Zîlan. “Ji ber vê yekê PKK partiya şehîdan û lehengan e. Em şopdarên şehîdan e.

Piştre xizma şehîd Ararat Herekol Zîlan Serhed axivî û got; Her du şehîd ji bo azadiya jinê tevlî nava refên Gerîla bûn. Ev jî nîşan dide ku bi exlaqa Kurdewarî, çanda welatparêziyê û bi hişmendiya tolhildana dijminan mezin bûne. Ji ber vê yekê dema ku behsa her du hevalan dikin em serbilind in û em ê şopdarên wan bin.

Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.