Salih Muslim destnîşan kir ku li gel dorpêçiya rejîma Sûriyeyê û faşîzma dewleta Tirk ew ê gelê xwe ji nexweşiyê biparêzin û got, “Tevî ku derfetên me kêm in, eger em tevdîran û biryarên rêveberiyê pêk bînin wê serketin a me be.” Berpirsyarê Buroya Dîplomasiyê ya PYD’ê Salih Muslim têkildarî têkoşîna dijî vîrûsa koronayê peyamek weşand.

Muslim diyar kir ku ku metirsiya heyî ne tenê li ser gelê Kurd e, li ser tevahiya gelan e û bi bîr xist ku li tevahiya cîhanê zêdeyî 100 hezar kes ji ber vîrûsê mirine.

Muslim destnîşan kir ku ew vê êş û xemgîniyê bi tevahiya gelên bûne qurbanê vê nexweşiyê parve dikin û got, “Çiqasî em birêxistinkirî bin, çiqasî em bi hev re bin, hem gelê me di nava xwe de hem jî piştgiriya ji bo gelê derve, em qasî tevdîrên xwe bigirin, tiştên tê xwestin em bikin, bêguman wê serketin a me be.”

‘HAT DÎTIN KU DEWLET Û HIKUMETAN HETA NIHA LI TENDURISTIYA GELAN NEFIKIRÎNE’

Salih Muslim anî ziman ku bi vê demê re hate dîtin ku dewlet û hikumetan, li Ewropayê û li her devera cîhanê ku girîng didan çekan û şer, ti carî li tenduristiya gelan û mirovan nekifirîne û got, “Ji ber vê yekê îro gelekî tengaviyê dikişînin, heta dewletên gelekî mezin tengav bûne.”

Muslim bi bîr xist ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derfetên wan kêm jî bin, çi ji destê wan tê ji bo parastina gelê xwe hewl didin pêk bînin.

‘LI GEL DORPÊÇIYA REJÎMÊ Û FAŞÎZMA DEWLETA TIRK EM Ê GELÊ XWE BIPARÊZIN’

Bi dewamî Salih Muslim got, “Ji niha û pê ve jî tevî dorpêçkirina ji aliyê rejîmê û faşîzma Tirkan me heta niha gelê xwe parastine. Ji niha û pê ve jî, weke rêveberî û sazî, weke xebatkarên di vê rêveberiyê de çi ji destê me bê em ê bikin. Em bawer in wê serketin a me be. Tiştê ji me tê xwestin, rayedar û berpirsyarên me yên tenduristiyê yên ku niha ji me re talîmatan dişînin, em li gorî wan tevbigerin û bi qasî ku em karibin em ji hundirê malên xwe dernekevin, em li malên xwe bin û tevdîrên hatine stendin jî em ê bikin. Tevî ku îmkanên me kêm in, em bawerin bi tevdîrên niha hatine standin û biryarên rêveberiya me ku em pêk bînin wê serketin a me be.”

Salih Muslim bal kişand ser piştgiriya gelên cîhanê ya di dema şerê dijî DAÎŞ’ê de ji wan kir û got, “Li tevahiya cîhanê gelek mirovên ku piştgiriya me kirine hene, di dema têkoşîna me de ya li hemberî DAÎŞ’ê li gel me bûn. Mirovên li tevahiya cîhanê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didin hemû ji kîsê me diçin, êşa me hemûyan yek e. Êşa me niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û niha li Ewropayê bûye yek. Lê ez bawer im bi rêxistinkirinê û bi hevkariya gelan wê serketin a me be. Tiştên ji niha û pê ve bi pê re were wê xweştir be. Wê demê hikumet û dewlet dibe ku hîn bêhtir girîngiyê bidin tenduristiya mirovan, li şûna şerê ku niha tê kirin. Ez bawerim serketin a me ye, ya gelê me ye, serketin a hemû gelên heta niha bûne qurbanê siyaseta şaş li tevahiya cîhanê.”