Piştî lihevkirina Talîban û DYE’yê, gavên hikumeta Kabîlê û Talîbanê dewam dikin.

Berdevkê Talîbanê Sûheyl Şahîn bi rêya Twîtterê daxuyaniyek da û got, “20 girtiyên rêveberiya Kabîlê wê îro ji aliyê Emîrtiya Îslamê ya Efganistanê ve bên berdan.”

Talîbanê hefteya derbasbûyî ragihandibû ku wan civînên bi hikumeta Kabîlê re rawestandine.

Rayedarên Efgan jî ji roja Çarşemê ve 200 girtiyên Talîbanê serbest berda.