Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li dijî tecrîda Îmraliyê kampanyaya şandina nameyan ji CPT’ê dan destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyaya TJK-E’yê de, Meclîsa Jinan a li bajarê Bremen ê Elmanyayê, 290 name ji CPT’ê re şandin.

Meclîsa Jinan a Sêvê ya Brmenê daxuyaniyek da û got:

“Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin. Ev 3 sal in ti agahî jê nayê wergirtin. Tevî hemû serlêdanan jî hevdîtinên bi malbat û parêzeran re pêk nayên.

CPT tecrîda Îmraliyê nabîne. Tevî ku CPT di Çileya 2024’an de çûye Tirkiyeyê, radigihîne ku serdana Îmraliyê nekiriye. Têkildarî serdana xwe ya beriya wê li Îmraliyê kirî, tiştekê nabêje. CPT çi vedişêre? Em jin tecrîda li Îmraliyê qebûl nakin. Lewma em bang li CPT’ê dikin ku li gorî prensîbên xwe yên damezrandinê tevbigere.”