YRA û YRJ’ê bi armanca şermezarkirina serdagirtina navendên Stêrk TV û Medya Haber TV ji aliyê polîsên Belçikî ve, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi beşdariya dehan rojnamevanan hat dayîn.

Di daxuyaniyê de dowîzên wekî, “Stêrk TV dengê berxwedanê ye”, “Stêrk TV dengê me ye”, “Kes nikare me bêdeng bike” hatin hildan.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

Çapemeniya Azad, dengê gel e û di nava têkoşîneke mezin de ye. Ji bo rastiyan derxe holê, rastiya dagirkeriyê û êrîşên li ser nirxên gel ên azad bedelên giranbiha dan. Di nava vê têkoşînê de li hember tevahî êrîşan bû deng û rengê gelên bindest.

Di vê pêvajoyê de ev êrîş tiştekî tesadûfî nîn e.

Beriya vê jî êrîş pêk hatin. Lê di vê pêvajoyê de, ev êrîş parçeyek ji êrîşa mezin a li ser tevahî Kurdistanê ye. Parçeyek ji êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdan e.

YRJ got:
Em weke Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) û Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), van êrîşan wekî parçeyek ji êrîşên dagirkeriyê yên li ser xwe dibînin. Em dixwazin ji gelê xwe û raya giştî re bibêjin ku ev êrîş nikarin me bêdeng bikin û em ê hem bibin denge rastiya ku gelê me îro pê bawer dike, ji bo wê têdikoşe û berdelên giran dide.

Em bang li tevahî gelên xwe dikin ku xwedî li çapemeniya xwe ya azad derkevin.”