Partiya Yekîtiya Demokratîk – Swîsre -PYD-Swîsre, li Navenda Çandê ya Rojava ya li Zurîhê kongreya xwe ya 8mîn pêkanî.
Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsre -CDK-S Selma Surer û delegeyên PYD’ê tevlî kongreyê bûn.
Piştî rêzgirtinê, dîwan hat hilbijartin û perspektîf hatin xwendin.
Di kongreyê de li ser helwesta hêzên hegemonîk yên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê nîqaş hatin kirin.
Piştî nirxandinan rapora xebatên salekê hate xwednin.
Pişî nirxandina rapora salenê, hilbijartin hatin kirin, Gulistan Sadun û Alî Omer weke hevserokên demê yên PYD-Swîsre hatin hilbijartin.