Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, da xuyakirin ku di du êrîşên artêşa Somalî de ku Adara bihurî balafirên bê mirov ên Tirk bi kar anîn 14 jê zarok 23 sivîl hatin qetilkirin û banga lêpirsîna li “sûcên şer” ên muhtemel kir.

Li gorî rêxistina mafê mirovan ev êrîş di 18’ê Adarê de li cotgehek li nêzî gundê Bexdayê ya li başûrê herêma Şabell Jêrîn pêk hatine.

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî piştî pevçûnên dijwar ên di navbera Îslamên Şebab ên radîkal û hêzên ewlekariyê yên Somalî de “êrîşên bi dronan” pêk hatine.

Dîrektorê herêmî yê Rêxistina Efûya Navneteweyî Tigere Chagutah di raporê de got, “Divê ev êrîşên kujer ên hikûmetên Somalî û Tirkiyeyê weke sûcê şer bêne lêkolîn kirin.”

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ragihand ku ji hikûmetên Somalî û Tirk agahiyên berfireh xwestine û got ku lê encamek bi dest nexistine.