Navenda Ragihandina HPGê, bi daxuyaniyekê, çalekiyên Gerilla yên di hamleya Şoreşgerî ya Şehit Bager û Şehit Ronya de ji raya giştî re eşkere kirin. 5 leşker hatin kuştin.

HPGê got: Hêzên Gerilla di 17ê Tebaxê de, girêdayî Herêmên Parastina Medya, li Xakurkê, li dijî leşkerên Artêşa Tirk ya dagirker, yên li serê Çiyayê Şekif çalekî pêkanî.

Di çalekiya, ji 2 baskan ve hate kirin, darbeyên giran li çeper, kozikên û baregehên dijmin xistin. Li gorî agahiyên destpêkê 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalekiya Gerilla hêzên Artêşa Tirk, di tariya şevê de kuştî û birîndarên xwe ji herêmê revandin.

Navendê diyar kir ku, hêzên Gerilla di 18ê Tebaxê de, girêdayî Herêmên Parastina Medya li herêma Avaşin, li Tepê Xwedê, li dijî leşkerên Tirk çalekî pêkanîn. Lê encam ne hate zelal kirin.

Nevdnê dazanîn ku hêzên Gerilla di heman rojê de, li naçeya Colemêrg Geverê, li beldeya Esendere, li dijî leşkerên ku ewlekariya qereqola Şuvê pêkdianîn çalekî kirin. Lê encama ne hate zelal kirin.

Navenda Ragihandina HPGê diyar kirin ku hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, di 11ê Tebaxê de, li navçeya Colemêrg Geverê, li qada Kirê Kor operasyon da dest pê kirin. Helikopterên şer yên Artêşa Tirk bi desteka balafirên bê mirov herêm bombarduman kirin. Di heman demê de di navbera leşkerên Artêşa Tirk û hêzên Gerilla de şer derket.

HPGê destnîşan kir ku di şerê ku nêzî saetekê dewam kir de, rêheval Gerilla Deniz bi lehengiyek destanî şer kir û ji bo dîl nekevê
destên dijminê dirrinde, bombeya dawî bi xwe de teqand û şehîd bû. Rêhevalê Gerilla Hejar (İsmail Taş) jî, bi birîndarî dîl kete destê dijmin.

HPGe ji malbata şehîd û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya Şehîd Deniz wiha eşkere kir:

Muhammed Emîn Demîr, bi nasnav Deniz Agirbaz, li Amedê ji dayik bûye û di 11ê Tebaxa 2019an de li geverê şehîd bû.