Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd li gelek bajaran xizmên girtiyan di çalakiyên Nobeta Edaletê de ne.

Li Amedê bi pêşengiya TUAY-DER, li avahiya navçeya Rezan ya DEM Partiyê çalakiya Nobeta Edaletê dewam dike.

Dayika Afîfe Kartal destnîşan kir ku kurê wê Mûhammet Kartal li Girtîgeha Anatlya Tîpe L tê girtin û got;

Hefteya derbasbûyî çûm hevdîtina kurê xwe, morala wan di cih de bû.

Kurê min di nava 10 rojên di greva birçîbûnê de 6 kîlo kêm kirine.

Rêveberiya girtîgehê, Av, xwe û şekir nade çalekgeran.

Girtî jî avê ji kaniyê vedixun. Em daxwaza edaletê dikin.

Em dixwazin ku Rêber Apo karibe bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.

Eger tecrîda li ser Rêber Apo rabe wê tecrîda li ser zarokên me jî rabe.

Dayika Zekiye Yilmaz jî banga piştgiriyê kir û got;

Dibêjin li vî welatî edalet heye, lê em edaletê nabînin.

Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî me dibin. Zarokên me li zindanan êşkence û zilmê dibînin.

Zarokên me bi neheqî xistin girtîgehan. Em dayik, em ê têkoşîna xwe dewam bikin û em vê zilmê qebûl nakin.

Heta ku bersiv ji daxwazên zarokên me re bê dayin em ê Nobeta Edaletê bidomînin.

Fatma Adak jî diyar kir ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, divê bê şikandin û got, Rêber Apo îro tecrîdkirî ye, em vê yekê şermezar dikin.

Girtiyên siyasî tecrîdkirî ne, em vê ferasetê şermezar dikin.

Em dixwazin tecrîda li ser Rêberê me û zarokên me bê rakirin.Ez bang li gelê me dikim; werin piştgiriyê bidin têkoşîna me. Ya ku dewlet li me dike zilm e, em vê zilmê qebûl nakin.

Divê gelê Kurd li Rêber Apo û îradeya xwe xwedî derkeve.

Têkoşîna me wê bi serbikeve.

Fatma Çagir jî got; Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan divê demildest bê rakirin Weke dayik em edaletê dixwazin. Ji bo piştgiriya wan bikin em li vir in.

Zarokên me li girtîgehan, em jî, li derve têkoşîna xwe dewam bikin.