Ji Tîrêjên Rojê re,

Merheba heval; di serî de silavên xwe yên germ rêdikim. Di kar û xebatên we yên bi wate de serkeftinê dixwazim.
Hevalên hêja; ez dixwazim bi rêka we ji hin hevalan re silavên xwe rêbikim û rewşa wan bipirsim.

Di sala 2013’an de kurapê min çûye wargehên azad. Bi navê Canfeda Cesve tê nasîn. Ji roja çûyînê heta niha, me tu agahî jê negirtine. Ez dibêjim ger ew bi xwe li me guhdar dike, agahiyekê bide min dê baş be. Ger hevalên wî jî guhdar dikin, wî dinasin dikarin derheqê wî de agahiyekê bidin me. Ji ber ku malbat qederekê meraqa wî dike. Ji niha de sipas dikim, di karê we de serkeftinê dixwazim.

Bi rêka bernameya we dixwazim ji hin hevalan re silavên xwe rêkim. Li girtîgeha Rîze, Ekrem Akman û tevahî hevalan, li girtîgeha Rihayê Haci Şukrî, Ruşen û tevahî hevalan, li girtîgeha Karabukê Ali Koç, Fuat û tevahî hevalan, li Patnosê Xalê Hesen, Kemal Aslan, Ridvan û tevahî hevalan, li Gebzeyê hevala Hacer, hevala Meltem, Şadiye Manap û tevahî hevalan ji dil û can silav dikim, başbûna wan dixwazim.
Bimînin di nava xweşiyê de.

Silav û rêzên şoreşgerî

Omer Çeken
Girtîgeha BAFRA-SAMSUN
3-09-2018