Ji bo bîranîna Şehîd Hêvîdar

Hêvîdara min, nizanim bi çi awayî dest bi vê nivîsê bikim. Pênûs di destê min de, dilerize û naxwazim bawer bikim ku, tu aniha ne li gel me yî. Dem bi leza xwe ve, ji gel me direve, geh jî Hêvîdarên me yên herî delal re ji me distîne. Hêvîdar di dilê me de wekî şitleke negihayî diqurpin. Gelo ev kîn û nefreta dijmin a li hemberî jinê çiye? Ev pirs xwe diavêjin nava dilê me û birînên me ji nû ve der dikin. Ev birîn jî di jiyana me de dibin xemeke bê dawî. Hizirandin û ramanên me dikevin nava liveke bê sekin û bêsînor. Dil dibe meydana şerekî navxweyî, ji fikar û hestên zîz. Ev jî her ku diçe, canê min parçe parçe dike.

Hêvîdara min ên di rêka azadiyê de bê xatir berê xwe didin şoreşê diçin serê çiyayên azad, me û bîranînên xwe di nava bilindahiya çiyan de dihêlin. Her yek dibin darek û li ber her zinarekî xeyal û şerê wan dibe sebir û baweriya me. Lê ji ber ku te hestên lal û bêziman nepejirandin, te berê xwe da wargehên azad. Hêvîdara min, jiyana me wekî dilopeke ava ji destan dirije, em li gel hev bûn. Lê aniha bêbextiya şevên tarî tu ji me dûr xist. Temenê te biçûk bû, lê hêjayî jiyaneke bêsînor ji xeyalên jinê û rengên jiyanê xweş bû. Lê dîsa jî têra demsaleke ji bo te kêm dibînim. Milîtanên wekî te welatparêz her hebin, her hebin ku ji bo me jiyenake tijî hêvî û azadî bînin.

Belê hêvîdara min tê bîra min, ew payiza me bi hev re derbas kir, ezê çawa ji bîr bikim, ew darên Şengêlan. Dema ku em di nava wan pelên wê yên rengbirong de rûniştin, wê demê min dizanî ku dema tu lê temaşe dikî, xem û hesreta salan ji dilê te derdikeve. Lê te xwe bi bêriya salên xwe berdabû nava dar û daristanên welat. Xeyala te ew bû ku tu bi çek û cilên leşkerî bikevî nava dilê çiyan û bêyî ku li pey xwe binêrî bimeşî, her bimeşî. Di çavên te de ew coşa bêhempa…
Bi leza salên pêş, te li der û dora xwe temaşe dikir. Xwesteka te ew bû ku tu xwe bigihînî nav refên karwanên azadiyê. Dibe ku te çavên xwe ji temaşekirina me têr kiribin, lê em hîna ji dîtina te têr nebûbûn, heval eşqa te ya ji bo axa welat bêpesne Hêvîdara min. Dengê te hîna li ber guhê min e rêheval.
Tariya van şevên bêbext dîsa bi ya xwe kir û konê xwe yê reş li ser vegirt. Dilê me û axa me şikand û çavên me şil û pil kir. Zerîkêr, zerîkêr çav tarûmar bûn ji bo çûyina te Hêvîdar. Dema me ewqas kin bû ku, nehişt em hesretên xwe biweşînin û ji dîmenên payizê têr bibin. Çavên min tên girtin ji ber çûyina te Hêvîdara min. Hêvîdara min ez nizanim vê pênûsa xwe çawa bigirim û ji bo nivîsandinê bikim tevgerê ji bo te. Şopeke nerm û germ te hişt li pey xwe. Wekî şefeqa hênik û şêrîn. Ev dil xan û evdal e, ji bo te çi bêje jî dîsa têrê nake. Lê dîsa jî dilê te yê di nava refên karawana azad de ji me re ma wekî bîranînên rojên biharîn.
Hêvîdara min dema min wêneyê te dît, min dixwest ku çavên min, min şaş bikin. Lê nebû Hêvîdara min. Min bala xwe da berzî -zinarekî sar û cemidî di wê êvara xunafî de. Dilê min wekî çemekê herifî. Niha jî nizanim çi bibêjim. Dilê min ewqas tijeye ku, pênûsa min di vê tarîtiya şevê de ji bo delala dilê min şiyare. Ew sekna te ya rêzdar û ji dil, ji bîra me naçe. Hezkirina te ji axa welatê te re hêjayî cîhanekê bû. Hevalên te yên şervan bi kesayetiya te ya rêzdar û dilnizmiya te didan ber çavan.

Di kesayetiya te de hezkirina axa welat, bi min re jî vê hesta hezkirinê zêde dike. Tenê milê me li milên hevalên wekî te bibin, ji me re bese ku em berê xwe bidin wargehên xwediyê çiyayên pîroz ku şerekî bêbext li ser wan tê kirin,“em berê xwe bidin azadiyê“ bi gotinên te yên wekî zengilê azadiyê di dilê me de lê dixe.
Erê Hêvîdara min, em hêdî hêdî ber bi payizê ve diçin. Payiz xemla xwe bi heft rengî li xwe dike. Li benda şalûl û bilbil bi awazê xwe xeber didin hev û du û haziriya zivistanê dikin.

Hêvîdara min hesreta dilê min, ji nava axa sar rabe û serê xwe rake. Ez êdî ji girtîgehê derdikevim. Gelo tuyê rabî bi min re xeber bidî? Tu yê birînên xwe nîşanî min bidî gelo? Tu yê behsa her du birayên xwe ji min re bikî? Ezê ji bo te û her du cotên birayên te stranekê bibêjim.
Vaye ez berê xwe didim ser Kanî Cengê û li wir rûdinim. Ez çavê xwe li te digerînim. Ref bi ref heval li ber çavên min derbas dibin. Ez jî berê xwe didim hevalên te, çavên xwe li te digerînim. Berxwedêra min, tû nabêjî ew cil û berg çiqas li bejna te tê Hêvîdara min. Xwazîka per û baskên min hebûna, wê çaxê ezê bifiriyama. Ez bifiriyama li pey te û warê te.
Hêvîdar kilama ‘ewran reş girêda, Berxwedanê mezin, strana ‘Ahmedo’, Berxwedanê biçûk jî, ‘vaye ez diçim şoreşê, belkî ez neyêm’. Ez dixwazim hûn van stranan deynin ser.

Silav û rêzên şoreşgerî
Meryem Soylu
Girtîgeha Tîpa M-Gebze/Kocaelî