Ji bo hevalên bernameya tirêjên rojê

Merhaba hevalên hêja û rûmet. Ez di serî de rêz û silav û hezkirinên xwe yên germ ji bo we dişînim. Û ji bo karê we yê rûmet hêja serkeftin dixwazim. Hevalên hêja ger hûn bikarîn nameya min ya ji bo heval Demhat Cizîrî(Mahmut Aba) di girtîgeha Alî Ağa Tîpa T hejmar 2 B- 14 li Îzmîrê ye. Hûn li gorî derfeta bi gihînin destê wî wê pir baş be. Hûn di karîn di bername yê de jî bi weşînin. Dîsan nameya heval yilmaz Demîr ku di girtîgeha girtî ji tîpa m ermenek Kahraman de ye. Û her wiha nameya heval Nîhat bakırtaş, di girtîgeha Elazixê de ye, nemeyê wan her du hevalan jî gihiştîne destê min. Ez ê di rojên pêş de ji wan hevalên hêja re binivîsînim. Dubare di şexsê we de hemû dîlên azadiyê bi hêviyên rojên azad silav dikim.

Silav û Rêzên Apoyî
Leyla Lorîn(Cizîrî)
3. 9. 2018
Wargehên Azad
****************************

Ji bo hewrê Demhat

Heval Giyan îşev ezman çik sahiye. Stêrkan xwe dura heyîvronê kom kirine, ronahiya xwe didin rûyê min. Weke bibêje wê ji ciheke dûr ji te re mizgîniyeke keyfxweşiyê bê. Bi rastî jî wisa bû. Bi nişkave di bin ronahiya heyîvronê û stêrkan de heval Bêrîtan di destê wê de çar kaxezê spî berû min hat û ji min re got: heval Leyla ” mizginiya min, ji girtîgehê çar name ji bo te hene”. Di wan kêliyan de ji bo we dîlên azadiyê bayeke kî hênik ji çiyayên bilind li rûyê min dida. Ji keyfxweşiya namên ku we bi dest nivîsandin, şah dibûm û bextewer dibûm.

Belê hewrê Demhat, ji hestên hevaletiya germ ku serdema me ya tarî ronî dike. Silav û hezkirinên xwe yê germ û bêdawî, di serî de ji Roja me ya pîroz Rêber Apo ku di her kêliya jiyanê de dilê me germ dike û pêşiya me ronî deke, dîsan di şexsê we de ji hemû dîlên azadiyê re dişînim. Belê heval nameya te ya 11 Nîsanê 2018’an min bi rêya bernama tirêjên rojê guhdar kir. Dîsan nivîsa te ya duyemîn ya di dîroka 15 cotmehê 2017’an de ku te bi dest xetê xwe bi tîpên zêrîn yên Kurdî nivîsandibû berî du rojan gihişte destê min. Ji wan bîranînê te û şehîd Çekdar gelek hestyar û bandor bûm. Ew pêvajoyên ku hûn û heval Çekdar bi hev re mabûn, ez jî şervanê nû bûm. Yanî pir kevin nebibûm. Eger ku bê bîra te ez wê demê hatibûm gel heval Çekdar, taxima we jî li gel wan bû. Hûn û heval Çekdar pir bi hev re digeriyan hûn di cihê xwe de nedisekînin. Pir bala min dikişand. Pişre min ji heval Çekdar pirsî ev heval kiye? Got: “heval Demhat Cizîrî ye. Ez berê nas dikim, hevaleke nêzî min e”.

Dîsan di sala 1998’an de piştî ku heval Çekdar ji qada fêrdarê me hatibû, dubare qismet çêbû min ew li Beytuşebabê dît, wê derbasî Gabarê bûya. Wê demê pirsa te ji min kir, lê ez tam ne ewlebûm hûn Cudî bûn yan jî li Garisa. Pir dixwest we bibîne. Ji bo dîtina we jî pir bi hêvî bû. Jixwe wê pêvajoyê şûn ve hûn dizanîn.

Belê heval giyan nivîsan te tam di wextê xwe de gihişte destê min. Jixwe min pirtûk bêyî nivîsandina we nedihizîrî. Ji bo wê ez gelek keyfxweşim. Pirtûka şehîd Çekdar bi asta jînenîgarî û bîranîn temam bûye. Lê hîn derbasî çapê nebûye. Xwezî derfet hebûya min bikariya ji we re bişanda. Lê ez di wê bawerîyê de me hûn ê di pêşe rojan de û di rojên azad de bixwînin. Dîsan ez dixwazim bizanim we çend sal ceza girtiye? Eger hûn bikarîn wêne yê xwe jî ji min re bişînin ez ê gelek keyfxweş bibim.
Di vê nameya xwe de ez ber bi dawî têm. Bi hêviyên rojên azad bi Rêbertî re we dubare silav dikim û hezkirinên xwe yê bêdawî ji bo we dişînim.

Leyla Lorîn Cizîrî
3. 9. 2018
Wergehên Azad