Endamê AvEG-Konê H. Ozkan Ozdemîr, 16 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Çalakiya Ozdemîr li Parîsê didome.

Kurdistaniyên li paytexta Fransa Parîsê, di nava rojê de serdana Ozdemîr dikin û wî bi tenê nahêlin.

Nûnerên Kolektîfa Sor a Navneteweyî ya ji bo Parastina Girtiyên Siyasî serdana Ozkan Ozdemîr kirin.

Ozdemîr bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir, dewletên Ewropayê ji ber hevkariya polîtîk û aborî ya bi dewleta Tirk re li pêşberî tecrîdê bêdeng in.

Nûnerê Kolektîfa Sor jî ragihand, wê li qada neteweyî û navneteweyî piştgiriyê bidin vê çalakiyê û ji grevên birçîbûnê yên girtiyên şoreşger ên Fas û Filistînî mînak dan. Nûnerê Kolektîfa Sor got, “Girtî di nava şert û mercên giran de tevlî greva birçîbûnê bibin jî her tim bi ser ketine. Em pê bawer in ku greva we ya birçîbûnê wê bi ser bikeve.”

Jinên ji Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) a Fransayê jî kulîlk diyarî H. Ozkan Ozdemîr kirin.