Wekîla HDP’ê û hiqûqnas Meral Daniş Beştaş diyar kir, israra di tecrîdê de tê wateya israra di êşkenceyê de û bi bîr xist, êşkence jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku dem di ser re derbas nabe.

Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş, bêdengiya dewlet û desthilatdariyê ya li pêşberî grevên birçîbûnê nirxand û got, “Desthilatdarî bi biryardarî naxwaze vî qîrîna ku dinyayê tev bihîstiye, bibihîze.”

Beştaş bi bîr xist, Guven 161 roj in di greva birçîbûnê de ye û diyar kir, jinedîtî hatine vê yekê tê wateya israra di bêhiqûqiyê de. Beştaş got, “Ev israr, nenaskirina qanûnê ye, ev israr, êşkence ye û nepêkane ku bê qebûlkirin.”

Parlamentera HDP’ê bi bîr xist, daxwaza bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê daxwazeke rewa, hiqûqî û wijdanî ye û got, “Ya ku hikumetê ji çeteyan cuda dike, girêdana xwe ya bi hiqûqê re ye. Sedema xwe ya hebûnê zemîna hiqûqî ye, qanûna partiyên siyasî ye, sîstema destûra bingehînî ye. Di rewşeke wiha de, tecrîd li dijî destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ye. Lewma tecrîd êşkence ye. Êşkence jî sûcê li dijî mirovahiyê ye û dem di ser re derbas nabe.”

Beştaş bêdengiya li pêşberî tecrîdê jî rexne kir û anî ziman, bêdengî dibe sedem ku bêhiqûqî ji nû ve rû bide. Beştaş got, “Dijderketina li bêhiqûqiyê şertekî mirovbûnê ye” û bûyerên di dema hilbijartinên xwecihî de qewimîn mînak nîşan da: “Çawa ku em li dijî bêhiqûqiya li Stenbolê ne, divê em li dijî bêhiqûqiya li Wanê jî bin ku mazbatayê nadin şaredarên hatine hilbijartin, lê didin namzetên duyemîn. Eger em li dijî êşkenceyê ne, divê em li dijî tecrîdê jî bin. Eger di vê mijarê de cihêkarî bê kirin, çawa ku di hilbijartinên xwecihî yên dawî de hate dîtin, wê bêhiqûqî mezin bibe û li her derê belav bibe.”

Wekîla HDP’ê bi bîr xist, grevên birçîbûnê ji zûdeyî ji asta krîtîk derbas bûye û got, divê desthilatdarî dest ji bêhiqûqî, bêwijdanî, êşkenceyê berde û tecrîdê tavilê bi dawî bike.